Ibrahîm Mehmûd

Xelîl kalo

Ibrahîmê bira û nivîskarê behirmend .Eger bilbilên çiyan hêlînên xweyî kevirî  di quntara çiyayên bilind û asêgih de ji bîr kirin û berdin ,hingî wê ibirahîm mehmûd wê hêlîna xwe ji bîr bike””qamişlokê”” . hêlîna ku mirov têde mezinbûyî û jê firî weke çivîkan,  pêre pêre bi mezinbûna mirovan  re hezkirina wê  mezin dibe , û pêwendiyên  hest û hestiyaran  pêre hişktir,kurtir û xurttir dibin , ew hestyarên  germ û nazik bê goman ji sexletên mirovên wefadarin ji cih û warê jiyana wiya mendali û sîpe re û wargihê bîranînan.
Mixabin Qamişlo gelek kur û keçên xweyî hêja û bi nirx ber bi penaberî  û mişextbûnê ve oxirkirin û ji ber çavên wê windabûn û gelek rondik barîn ji çavên dê û bav û xoşewistan  ,û her wiha jî gelek bajar û bajarok û gund  xwediyê serpêhatiyên tiracîdîne , ew sedem jî xuyane û hîna ew şert û merc berdewamin .  kekê IBRAHÎM lê eger we qamişlo ji bîr nekiriye , beramber û duqat wê û me jî hûn ji bîr nekirine û em nakin û dayika mezin kêfxweşdibe bibihîstina  nameyên heskirina  lawên xwe ku te jî ew name  arastekir  û hinart .û bêgoman di gel heval , hogir û dostan ku zor kêfxweşbûn.

Dîse mixabin ,ku çerxa felekê destên kur û keçan ji dê û ban ji hevkir, evîndar ji hev dûrketin .dost û hogir bûne xewn .lê nayê wê wateyê ku dawiya dinyayê hatiye ,dîse jî eger dilê mirov li ba hevbe û mirov ji bîranînên rojên hevjiyanê re wefadar be ji hevûdû re,  dîse jiyan bi tam û şêrîn dibe  û tama tehilbûn siviktir dibe …  em we ji bîrnakin û me bêriya we kiriye û hûn kengî vegerin,  dîse qamişlo we himbêz dike  û bajarê weyî şêrîne û ew heval û hogirên ku we ji wan heskirî dîse jî wê heskiriyê we bin û heskiriyê wene  …Qamişlo wê bi mîne Qamişlo di singa wede û ti şar û cih nikarin cihê wê dagirin .Evîn evîna pêşiye…

 18.3.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…