Pêşeroje Zimanê Kurdî

Dr. Mehmûd Ebas

  Gelek lêkolîn li ser zimanê  kurdî hatine weşandin, pir  ji wan estengiyên di navbere zimanê kultûrî de û zeravê herme şirovekirine, û hin lêkolîn bi gelek rexnê pêwist hatine  belavkirin li ser cidebûne kûr û fereh di navbere  her car zeravê  serekane de, bê goman, em bivin yan nevin ev estengiyê hane, di deme iro de dibine sedemne xûrt di jevbelekirine miletê kurd de, û bi teyibet di navbere hêzên remiyar de, û wê bibne sedmên cidebûne ferehtir di navbere  hermê kurdistanê de di rojê werê de.
  Iro cidebuneke din tê xûyakirin, di ber nakokiyê di navbera zeravê serkane de, û bi xûrtbûn û nezanî tê avakirin, bê kû rewşenbîr û lêkolvanin ziman li ser bixebitin de çareserîne  jêre bibînin.
   Cidebûne di navbere zimanê axivtine civakî de ji alîkî ve û zimanê li ser midiye û ê kultûri ku tê pêkanîn, digihê ware kû pir cara kesên guhdar û xwendevan li axivtine di pirtêke de yan goterne de yan li ser tilvizione û kovarne de nagihijin, ev nayê wê wetayê ku  gerek nivîsker yan ji  midiye zimanê dev ji pêşketine zimanê kûltûrî berdê, ne ave daxwaziye me!.
 Her wehe tê gotin, ku ev destpêke paqijkirne zimanê kurdî ye ji axivtinê cide, lê ji alîkî dîve em dibînin ku ev destpêke  avakirinke zimankê kultûriye wê cidebê ji zimanê civakê û kolana û mala. Em dûr nabînin ku bibê wek zimanê Arebî.
 Yek ji sedmê dûrketine  zimanê kultûrî ji rêçe axivtine civakî, ku rewşenbir û nivîskarên kurd rexnê li ser axivtine civakî kirine karekî neştûmanî, bê ku li ser sedem û sûcan karbikin. Dinava civaka rewşenbîr û remiyaran de welatparêzê hatiye girêdan û beyanî kirin bi kêmbûne axivtinê ne bi kurdî, Axivtine zimanekî bi kultûrî û welatparêzî hemberî hev tê danin!
Paqijkirne ziman di demeke ku binghên paqijkirnê ne amadene, û bi vê rêçê wê ev grûp bi bine sûcliyê avakirne zimankî kulturî hemberî zimankî civakî di nava miletê kurd de.
  Ji problême cidebûne navbere zerave de, miletê kurd dikevê nava problêmen navbere cidebûne zimanê kultûrî û civakî de.
  Di Kurdistnê de yek milete, yek ziman bû, lê gelek zeravin, û nihe wê bibin dû ziman, dinava her zeravekî de!
 Gelo her kes vê problêmê di bînê, bi tayibet rewşenbîr û nivîskarên li ser zimanê kurdî dixebitin?
Gelo wê ev diyalok û zimanê kultûrî wê bi bin zimanine ji hev cide?
  Yan wê zimanekî Kurdî giramerî Kurdistanî derkevê ? û wê bibê zimanê kultûrî ? û diyalok bimênin zimanê axivtine civakî, heremî?
  Em di bînin ku bi demê re, bê karekî resenî ji aliyê hemû hêzê kultûri û remiyarî ve, wê ev cidebûn ber fereh bibê, deme kû bimênê di bin rexnê ne şaşû ne dichê xwede.
  Gereke li ser vê problême giran û kûr û fereh bêxebtandin.
  Karekî şoreşî jê re divê, ne kêmtir ji karê azadiye welat.
Dr. Mehmûd Ebas
Amerîke
mamokurda@gmail.com

Hate weşandin di Pênûse nû de – jimara 22 – berdevkê  Hevbende nivîskar û Rojnemevanên Kurd li Sûrî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…