Gotinek di Roja Zimanê Kurdî de

Konê Reş

 Wek ku diyare ji berî 82 Salî ve; di roja 15ê gulana 1932an de yekemîn car di dîroka Kurdan de kovara HAWARê bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), û alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê hingê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin ziman..

Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..
Eger UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartibe û bi nav kiribe, yê me Kurdan, wek ku ji berî çend salan ve belav bûye roja 15 gulanê ye, û ev roj ji sala 2006an vir ve tê pîrozkirin.
15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin.
 
   Werin em bi geşbînî vê rojê (15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî pîroz bikin.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, bi me xweş e rojê 15ê Gulenê jî li seranserî Kurdistanê, bi navê roja zimanê Kurdî bê bi nav kirin.
   Zimanê me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye..
   Sebaretî vejandina vê rojê, ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê dayika xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsinin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me, di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiştine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye, ew zargotin li hêviya me û komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê şewitandin..
   Erê werin em her sal vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku, her sal di wek vê rojê de, vê gotina mîr Celadet Bedirxan bînin bîra xwe:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.

     HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêşîn û rêza pêşîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
    (Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike… Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e… Hawar jû(ji iro û) pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinetê de dê bixebitin.)
 
   Bi vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 82 salan ve sînga xwe ji kovara Hawarê re vekirîye û mizgînîya zayîna kovara (HAWAR)ê daye me, em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Alî Bedirxan û tev neferên malbata wan bibare, buhişt cih û warê wan be.
Konê Reş / Qamişlo, 15.05.2014   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...