EZBENÎ! EZ Û TE

Konê Reş

    Ezbenî! Tu dibê qey ez û te cêwiyê hevin?! Tu jî weke min di kolanên Qamişlo de dimeşe ta bi dawiyê, nivîs û manşêtên di ser dikanan re dixwîne û ji nişka ve tu hay dibî ku te dayê ser şopeke şaş.. Tevî wilo xemgîn nebe û gazinan ji demê û huşê xwe neke.. Bigurinje, erê bigurnije! Ji ber ku tu, di xeyala xwe de, xwe wek biyaniykî dibîne. Biyaniyekî ku di kolanên bajarekî xerîb re derbas dibe û her tiştên li dorê xerîb xweya dikin; dikan, dîwar, dergeh û dêmê xelkên derbasbûyî..
Ku ne ji xirecira kolanê û helkehelka xelkê ba, te yê destê xwe bavêta bêrîka xwe, nasnameya xwe derxista û teyê xwe ji xwe re esehî kiriba û bigota; gelo evê bi min re dimeşe, min gêjomêjo dike, ez im an cêwiyê min e?!
   Nexeme ezbenî! Ez bawerim piraniya van kesên ku di kolanên Qamişlo de, bi tere dilivin, ew jî mîna te gêj bûne, wek te hejar in û her yek ji wan li nasnameya xwe digere..
Çi qewimiye? Tu nizanî.
  Ezbenî! Tê gilî û gazinên xwe ji kê bikî?!  Tu nizan e. Tev gazinan dikin, tev belengaz in û tu bi hisreta mirovekî ye ku tu qehweyekê pêre vexwe û bi bêdengî tu û wî bi hev re berê xwe bidin bakur – li gor dûrbûna hisretan – li çiyayê Mêrdînê, Omeryan û Bagokê mêze bikin..
*          *          *
  Erê ezbenî! Di heyamê qerebalixê de bêdengî xewneke.. Bi vexwarina wê qehweyê re, ku tu, ji ewê bi te re qehwê vedixwî bipirse; rewşa te çawa ye? Di derhal de wê bersiva te bide, wê çavê xwe bigire û devê xwe veke, wê ji te re kul û xemên xwe bi darvek e; wê qala rewşa xwe, tendurisytiya xwe, zarokên xwe û abûriya xwe bike û bibilîne.. Û wiha nasekine, tê jî neçar bimîne ku tu lê guhdarî bike. Pêre jî, tê ji xwe re bibêje; de wî bisekinîne..! Lê heyhat bisekine.. Wî nesekinîne. Ew xwe rehet dike, bêhna xwe derdixîne bela biştexile, ku ew neştexile tê biştexile û tê fincanek qehweya din û yeke din û yeke din vexwe..
*          *          *
   Ezbenî! Tu dibê qey tu wek minî! Tu ji mala xwe derdikeve û bi sedan pirs di serê te de diçin û tên, bi dehan dêmên ku tu dixwazî wan bibînî, rewşa wan nas bikî  têne ber çavê te. Dibe ku tu ji xwe re dibêjî gelek kêmasiyên min derbarî van dost, mirov û hevalan heye.. û wiha gelek bîranînên te yê xweş û ne xweş bi wan re têne bîra te.. Hem jî tu dibêjî; jiyan bê dost, heval û mirov ne hêjaye filisekî, nexasim ewên ku di tengasî û şahiyan de bi min re bûn.. Ji nişkave jî, ew hevalên te yên bi te re xayin ketin, yên ku veşartokên te guhestin xelkê, yên keysebaz û durû tev têne bîra te, nexasim ewên ku xwedêgiravî bûne tiştek.. Tu mêze dikî ku ew li cihekîne û tu li cihekî dine.. Tevî vê rewşê tu xwe neçar dibîne ku rewşa wan zanibe. Wek ku diyare şaşî bi demê re dimirin û kes bê şaşî nîne.. Wiha tu bi vê encamê kêfxweş dibî… Lê dem zû derbas dibe û roj xatirê xwe ji te dixwaze.. Dawî tu dizîvire mala xwe bê ku tu bi kesî ji dost û hevalan re bi axif e an bi bîn e. Ji ber ku kar û barê rojane, biryara te, ji te di diz e û rê nede ku tu yekê ji wan biryarên xwe pêk bîne. Lê tu di xwe de dibêjî; ezê careke din biryarên xwe bi temamî pêk bînim.. Lê heyhat, ev yek ji kesên mîna te re, di vî heyamê ku hest û bêrîkirin têde têne hurkirin zor çetîn û dijware..
 
*          *          *
   Ezbenî! tu mêze dikî bê çendî tu hatiye perçiqandin? Careke din Qamişlo li hev dikeve, nûçe bi dûv nûçe de te dihejîne.. Kurdewarî, TV, Net, Mobail û beza bi dûv pêkanîna gepa nanê zarokan de, te ji hawhaw ve dixîne..
Ma ne tu bû yê ku biryar stand, ku ji îro û pêve bi bêdengî û aramî danûstandinê bi xelkên vî bajarê birijtî re bike? Qey ne tuye yê ku berê wî li cihekî bû, di cihekî din re derket û gelek ji pilanên wî ne wek ku wî dixwest derketin.. Ezbenî niha tu mirovekî dine û nabe ku ne tu, tu be.. Va te Qamişlo tevda, li paş te çiyayê Mêrdînê, Omeriyan û Bagokê bilind xuya dike û li pêş te deşta Xelef Axa (Sinceqê) û beriya Mêrdînê dûz û bê pîvan, wek deryayekê raxistiye.. Ji nû ve tu dikarî li çayxaneyekê danişte, qehwake nû vexwe û bi vexwarina wê qehweyê re li xelkê Qamişlo mêze bike, hingê tê gelek kesên mîna xwe bibîne.. Bi vegera malê re ez û te, emê ji hev veqetin û ezê li normaliya xwe vegerim..
Konê Reş, Qamişlo, 12.09.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…