Çare Kurdistana serbixwe ye!

Qado Şêrîn

 

Şerê li dijî
Daiş, ji bo Başûrê Kurdistanê ezmûneke baş e, eger hat û kurdan Daiş li ser
xaka pîroz şikandin, dikarin wê wextê ji cîhanê re bêjin: binerin em wek
dewletek serbixwe dikarin xwe biparêzin û terorê têkbibin. Wê wextê derfetên refurendoma
serxwebûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê dibişkivin, çimkî wê wextê wê kurd
bikaribin xwe biparêzin û berdewam bijîn.

Rev ji
guhertina neqşa Rojhilata Navîn tune, eger ne îro be wê sibe bê guhertin, ji
ber ku herêm tije pirsgirêkên dîrokî ye, wê qet neyên çareserkirin eger neqşa
wê neyê guhertin û hemû pêkhatî negihêjin mafên xwe. Ji bo ku para kurdan di
guhertinan de hebe, divê kurd bi aqilane tevbigerin û tev li pirosisa
guhertinan bibin.

Tecrubeya
Başûrê Kurdistanê û aramiya wê, parastina mafê mirovan, pêşveçûna aborî û rewşa
civakî bala cîhanê dikşîne, êdî mirov wiha fam dike ku alîkariyên leşkerî boyî
Kurdistanê tê wê wateyê ku Kurdistan ber bi dewletbûnê ve diçe.

Ji ber ku
pkk dev ji fikra dewleta neteweyî berdaye, wê nehêle hin din wê dozê hilgirin û
di ber de bikoşin. Li dijî biçekkirina Kurdistanê derketin mînakek baş e, pkk
nikare bêje bila Daiş bikeve Hewlêr û Silêmaniyê, lê wiha ji helwest û gotara
pkk tê fam kirin, ew yk tê wê wateyê ku Kurdistana bêçek û lawaz dê nikaribe
berevaniyê di ber xak û xelkên Kurdistanê de bike û di encamê de wê Daiş
Kurdistanê dagîr bike. Her wiha li Koban û Efrîn û Qamişlo, eger kurd bêçek
bin, wê nikaribin xelk û xaka xwe ji êrîşên Daiş biparêzin.

Tenê dewleta
serbixwe ya Kurdistanê dikare me û Ezîdiyan ji 74 fermanên din biparêze, yan jî
wê biryara me, û çarenûsa me, kesayetiya me û siberoja me di destê dijminên me
debe. Bê dewleta serbixwe emê ne tiştek bin, tim sehê li ber deriyê xelkê bin,
bê biryar û kesayetî bin, emê nikaribin xwe, û çanda xwe, ola xwe, xak û
pêkhatiyên xwe biparêzin, wê biryar û çarenûsa me di destê xelkê de be, eger ne
di destê dijminên me debe.

Êrîşa Daiş a
li ser Kurdistanê ku me di nivîsa xwe ya borî de wek pilan bi nav kiribû, herêm
germ kir, belkû ser û binî hev kir, hevkêş hate guhert, belkû berovajî bû,
helwest û gotara welatan hate guhertin, Europa û Emerîka alîkariyên leşkerî pêşkêşî
Kurdistanê kirin, di wexta ku ji sê salan ve herêm di bin agir de bû, û wan welatan
tiştek berbiçav nedikirin. Eger rêjîma Beşar birûxandina, wê ewqase pirsgirêk
ji herêmê re derneketina, û wê Daiş ewqasî mezin nebûba.

Li
Kobaniyê, wê kurd nikaribin bi kêr û kevçiyan şerê Daiş bikin, û wê nikaribin
xwe biparêzin. Bi texmîna min, çilo dunya xwedî li Pêşmerge û başûrê Kurdistanê
derket, wê wilo jî li rojavayê Kurdistanê derketa, eger helwest û gotara siyasî
ya partiyan li Rojavayê Kurdistanê yek ba, eger yekdest bana, yek hêz û yek rêz
bana. Lê ku kurd xwedî biryara serbixwe bana, wê fermî çek ji duyayê bixwestina
û xwe biparastine.

Heçê li dijî
dewleta Kurdistanê derdikeve, dixwaze kole bijî.

Tenê dewleta
Kurdistanê ya serbixwe dikare me biparêze.

18/09/2014

http://www.qadoserin.com/

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…