Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Lêvegera Siyasî.

Merwan Berekat

Bêguman lihevkirina partiyên tevgera Kurdî, û nemaze di vê qunaxa hestewar, nazik û zêrîn de geveke hêjayî û zor pîroz e, û yek ji armancên gelê Kurd ya herî gewere ye. Ji ber wê jî hevpeymana Dihokê, ya ku bi serpereştiya serok Mesûd Berezanî di navbera TEV-DEM û Encûmamena Niştimanî ya Kurdî de hatibye îmzekirin ew cihê razîbûn, dilgeşî û şanaziya hemû gelê Kurd e. Lê carina mejînêrîtiya tevgera Kurdî perspanên reş li cawê gewr dixîne, û hêviyan diçelmisîne.

Belê vê carê jî Encûmena Niştimanî ya Kurdî çalmîş gav kir, û nemaze piştî ku endamên xwe yên lêvegera sîyasî bi nav kirin. Ji ber wê jî, ji çar alî de tîrkevanên nerazîbûnê piraniya Kurdan dirêjî wê bûn.
Li vir li wir, hin berpirsiyarên Encûmenê, çi li ser ekranan û çi jî di malperan de, hewildan kirin, ku berevaniyê ji ber wê kulekî û çalmîşiyê de bikin, lê wek her kesek dizane, bervaniya di ber şaşitiyê de, ew şaşîtî bixwe ye.
 Wekî em dizanin berxwedana Kobaniyê doza Rojavayê Kurdistan, ne tenê Kurd li seranserî Kurdistanê rakirin ser pêyan, lê belê wê doza Kurdî daniye ser maseya piraniya dewletên cîhanê, ango wê sînor, derya û gewrederya derbas kirin, û navê Kobaniyê li ser zimanê mezintirîn kesên siyasî hate bilêvkirin  hevkarî û piştevaniya ji wê re kirin. Lê mixabin Kobaniya pêdar nikanîbû tenê sînorê Encûmena Niştimanî ya Kurdî derbas bikira ??!! Bêguman barê Kobaniyê giran e, belkî Encûmen ne di asta wî barî de ye, wê ûştê Kobanê hate dûrxistin?!! Efrîn jî hate ji bîrkirin. Ew tev li alîkî, lê pirseke giran.. giran xwe davêje meydanê. Ma gelo  çêdibe tevgereke, ku temenê wê yê sîyasî zêdetirî pêncê salî ye, ew nîvê civaka xwe ji kar û xebatê dûrxîne…?? Û ji wê xirabtir, ji berpirsiyarekî partiyekê tê pirsîn: Çima nûnertiya jinê di Lêvegera Siyasî de nîne? Dibêje: Ew ne gunehê Encûmenê ye, ji ber ku Jinê doza mafê xwe nekiriye, loma ew di Lêvegera Siyasî de bêpar ma ye !!!!????
  Şaşîtiyek; ne wek didiyan e,  hêvî ew e, ku karên Encûmenê yên paşerojê jî, ne kulek û çalmîş bin, ji ber ku kulek zûtirîn diwestin û li nîvê rê dimînin. Lê belê çalmîş her di cihê xwe de dimînin û tenê qarewara wan tê, lê karwan ranawest e.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…