Cejna Batizmê û Dam û Dinhê

Konê Reş

Min nasnekir bê navê Batizmiyê ji ku û ji çi hatiye, hin jî ji vê cejnê re dibêjin cejna Pîr Alî. Ev cejin taybet bi kurdên Êzidî yên eşîra Çêlka ye. Ev eşîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê Dasika û Çêlk ye, gundên vê eşîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin, anku li herdû rexên sînorê Sûriyê û Tirkiyê belav in. Her sal xelkên vê herêma ku me bi nav kir, pêşwaziya cejna Batizmiyê di roja dawî ji kanûna yekê de dikin. Belê di roja çarşemba berî wê de, kar û bar ji Batizmiyê re dibe wek: Serjêkirina pez, çêkirina nanekî taybet bi wê cejnê ku jêre dibêjin nanê (Xewrê) û Leylet Elqedir..! Belê roja îro piraniya Êzidiyên Sûriyê koçberî Almaniya bûne, êdî nema guhdan wek berê pê heye..

Dam û Dinh: Ji min re hat gotin ku ev roj an ev şev di çilê çil de ye, belê kîjan roj e, kîjan şev e, min nasnekir.. Gotin: Şeva Dam û Dinhê, mezinê gund, an zanayê gund dibêje: Îşev Dam û Dinh e. Vêca di wê şevê de her malek gundiyan xwarinek xweş ji goştê dermala xwe çêdikin.. Xuya ye ku di wê şevê de guhertin di navbera wezên salê de çêdibe..
Di baweriya min de ev şeva Dam û Dinhê, Leylet Elqedir a cejna Batizmiyê û di dawiya kanûna pêşî de ye, anku di çelê çil de ye.
Lê, bi hatina misilmantiyê re ev cejin hatiye qedexekirin û guhertin û bi navê Dam û Dinhê hatiye naskirin.
Dema min dest bi vê lêkolînê kir, ez bêrgî gelek asteng û dijwariyan hatim; ew kesên ku di nav wan bîr û baweriyan de mezin bûne, kêm mane. Yên ku mane jî, hişê gelekan ji wan nakişîne û nayê bîra wan û a herî seyir, dema min ji hina dipirsî, qerfê xwe bi min dikirin, bi pirsên min dikeniyan û digotin: Ma ev tu ne konê Reş e!! Ev te çi berê xwe daye van qerwelkên vala?!
Bi hêvî me ji kesên ku bêtir pêzanînên wan li dor van herdu cejnan an adetan hebe, min agahdar bike û spas.

Konê Reş, Qamişlo, 11.12.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…