Çîrok

Hewrarek bê ling

Reşad Şeref – Swêsra

Hey law.. hey law..heware.. heware
Hewar û lîliyên bûka malê, bilind dibûn, vedenga wan li pesara gir diket û dizîvirî.

Bi kopalê xwe yê heyzeran li bavê xwe dixist, bav dikire kûze kûz ne deng jê dihat nejî destê xwe li ber xwe hildida. Di demek kinde ew hewşa mezin û fireh ji mirovan tejî bû. Kur li ser qurmê dara tûyê roniştîbû, bêhnçikya yî hel hel dikir, weko segî di meha tebaxê de, sihekî nebûne û li ber tîrîja rojê ziman lê bikişe bi destên xwe yên girnîj çixare dipêça ,serê xwe berdbû li ber xwe de.
Bav, pala xwe dabû çewalekî ewandî, ceh bû yan genim bû ez nizanim, bi desmala xwe ya destan xwîna xwe hêdî hêdî paqij dikir. Janê  dilê wî diguvaşt bîr ne dibir jana kelaxê xwe yê birîndar.
Ew ilaleta ketî hewşê, te digot, qey benderuh nîne, yekî ne digot, ko jêre dermanê sor bîne, birînên xwe pê bikewîne. Deng ji yekî ne dihat. weko hatibin miriyekî oxir bikin.
Zilamek, cil û bergên wî paqij û spehî, di nav wê xelka bê deng û matmayî re şêliya, wan benderuhan bi rêz û hîvî lê dinerîn.
Min ji xwere got, keyê gunde yan jî rispiyeke.
Raserî bav rawestiya, min fikir dikir ko wê ji berde rabe, lê ji cihê ko lê ne livî.
Wî kesê birûmet pirsek jê kir, eger ez ne nîzîk bama min dengê wî yê nerm û rehet ne dikir.
 Got: Keleşo, te carna li bavê xwe dabû ?
Got: Belê ezbenî min sê caran li bavê xwe dabû.
Ew kesê cilpaqij û bi rêz li kur zîvirî û got: Nexwe hîn du carên te mayîne.

02.01.2014

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…