Berf li herêma me

Berzan Şêxmûs

Li dû koçberkirneke dûdirêj îsal berf di meha berfan barê de li bajarê Amûdê û gundewarên wê bû mêvan , welatiyan teva bêriya wê kiribû û bi taybet zarokan.
Berfê wêneyeke geş li kolanên  bajêr û li deşt û qelaçên gundewarên wê nîgar kirbû bi firçiya yezdan.

Zarokan di navde dilîst bi siqma wê hest ne dibûn, cotkar û şivan pê şa dibûn û bi hêviya geşbûna buhareke rengîn û çêbûna werzê genim û ceh û nîskan ,
 lê tivî gişî şikandinek di hestê tevda de hebû, cimku alavên germkirinê pir kêmin û bi dest piraniya welatiyan nakeve hin ji aliyê eliktirîkê hin tinbûna mazotê ji bilî  buhaya pêdivîyên xwarin û vixwarinê, kêf bi berfê demeke kurt di dilê welatiyan de ma , di ramana wan de penaber bi cih bûne û aloziya wan ya serke bû û histê tevda bû gotina li sere lêvan wan (xwedê li himber barê wan be).
Ev yek raman yek hest li cem hemiya bû û ez yek ji wan bûm ,pirske girîng cihê xwe di bîne û doza bersivê dike, cima wisa û çi sedemin?
bê guman Sedem çavnebarî û çavtengîya mirove û hizkirna wî ji wî re zigreşîya wî  birayê xwe dixe reşîyê de , divê baqijîya dil û ringîn kirna wê bi rengê berfa sipî be da ku mirov tevda beşdarî buhareke geş bibin weke ya li dû hilandina berfê tê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…