1. Eger (Jinek) tenê ko Jin be anko (Mê) be. Û xwe kiriye, Nivîskar, an Helbestvan an Postnivîs … Çi dibe bila bibe…
Eger di Post, Nivîs, an di SêwîPirtûka xwe de bibêje an nivîsandibe (Lanet li Bavê we bê, an li Xwedayê we bê) dibe bi dehan Weşanxaneyên kurdî bê ko bixwînin Pertûka wê jê re Çap bikin û dibe jî li dehan Mehrecan bê vexwendin… Dibe di nîv demjimarê de jî bi sedan (Like, Ecibandin) bibe ew nivîs… Yaho ev çi civat e ko em tê de dijîn?
3. Bazriganên Şoreşê, ji ser pişta Şoreşê dakevin… Ma ne hûn Kurtêlxur bûn û bi xêra evê Şoreşê û xwîna Mêrxasan hûn bûn Kedxur (Hin Dikin û hin dixwin)…
4. Darvekirina bi Gerefêtan ji 31 Berpirsiyarên (Welatfiroş) re li Rojavayê Kurdistanê gerek e…
5. Endamên (neberpirs) yaho li pey (rêberên) Partiyên xwe neçin, ew ji bo Kursî û Pereyan şerê xwebixwe dikin, hûn şerê birayên xwe nekin. Ewê têk biçin lê birayê we, ji sînga yek Dayikê we heman şîr vexwariye…
29.01.2014
Ezîz Xemcivîn