H.N.R.K.S girtina Pêşewa Behlewî şermazar dike

  Di wexta ku Pêşewa Behlewî wek rojnamevan li ser karê xwe bû, û amadekariya raportekê li taxa Kornîş a Qamişlo dikir, ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîma Sûrî ve hate girtin.
Di wexta ku em Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî girtina peyamenêrê kenala Rûdaw tv li Qamişlo Pêşewa behlewî bi tundî şermezar dikin, di eynî wextê de doza azadberdana wî ya bilez dikin, û bang li hemû rêxistinên mafên mirov û rojnamevanan dikin ku bilez tevbigerin û ji bo azadiya Pêşewa Behlewî dengê xwe bilind bikin, û çarenûsa wî ji dost û malbata wî re diyar bikin.
Her wiha bi vê helkeftinê, em bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan ên cîhanî dikin ku hemû hêza xwe bi kar bînin daku hemû rojnamevanên girtî li Sûriyeyê azad bên berdan, daku azad û serbest karê xwe li ser xaka Sûrî bidomînin.
Azadî ji bo Pêşewa Behlewî,
Azadî ji bo hemû girtiyên di zindanên rêjîma Sûrî de.
12/01/2014
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…