„Alîkarî hîn pêdivî ye“

Tengezar Marînî

Eve navnîşana nivîsa, ku li rojnameya Hannoversche Allgemeine, li roja 23.01.2014, ji hêla Dr. Daniel-Alexander Schacht, encama Presskonferensekê, di gel serokê şaredariya Hannoverê yê berê Dr. Herbert Schmalstieg, Prof. Dr. Huseyin Bektaş û min (Tengezar Marînî) kirî, hatiye nivîsîn.

Dr. Schmalstieg, ku ew û xanima xwe Heidi Merk (Daniel Mîterana kurdan li Elmaniya), eve demek dirêj e xebatê di bermafê kurdan de dikin, sala 2013an, li rojbûna xwe de, daxwazê ji heval û dostê xwe dike, ku ew diyariya bo wî neînin, belê di şûna wê de, pereayan bo zarokên kurdên rojava, yên penahinde li başûrê Kurdistanê bînin.
Pr. Dr. Huseyin Bektaş jî, kurdperwerekî ji zû ve li Hannoverê ye, serokê bergiriya di ber mafê mirovên kurd de bû, xwediyê ramana lidarxistina kongira bijîjkên kurdistanî ye û yek ji bijîkên jêhatî di biwarê niştegeriyê û transplatisiyonê li cîhanê binav û deng e, niha jî ev çend salan „saziya alîkariya zarokên kurd“ damezirandiye û her heyv alîkariyê didin hev û zarokên kurdan, yên di xwendina xwe jêhatî li welêt û imkanê wan nînin didin xwendin,  xwe da ber karê îdarî û yasayî.
Min jî, sibat. 2013an kon li nîva bajarê Hannoverê vedabû û tabloyên ku şêwe dikim û pirtûkên xwe, biramber alîkarî belav dikirin. Li adara 2013, min ji wê çalakiya xwe alîkarî birin nav bexçê zarokan li domîzê, ku komek ji yariyên zarokan bûn.
Di Rojnameya Neuepresse Hannover, ya di 22.01.2014 û ya 23.01.2014 ya HAZ, ji hêla 2 rojnamevanên Elman yên zîrek û xwedî nav in, Neuepresse- Vera König,   HAZ. Dr. Daniel Alexander Schacht hatiye nivîsîn we hatiye:
„ Mirov netenê î pêdivxwarin û vexwarinê“ Neue Presse û „metriyalên qutabxanan, eve hîn çu saziyan neîna ye“ nivîsên xwe dest pê dikin.
Rêvebir û şagirtên Herdû dibistanên kampa Domîzê , dibistana Kar û dibistana Rojava, bi anîna, defter, pênûs, pênûsê rengîn, şemsiyên baranê, potîn, kîlot, yên guhgermok, rengan, nexşe û gogên geografiya , keyf xweş bûn.
Dr. Schmalstieg, di vê presskonferensê de, daxwaz ji xwendevanên herdû rojnameyan kir û got: „ alîkarî diçe cihê pêwîst. Hîn gelek alîkarî pêdivî ye, yên bixwaze( û ev erkê mirovayetiyê ye), dikare alîkariyê li ser konto ya S.A.Z www.childern-wefare-organisation.com  rê bike.

Herdû rojnamevanên bijarte, Vera König û Daniel Alexander Schacht, berê jî li ser babetên bi kurdan ve girêdayî nivîsîne û belkî cara yekem bû, ku peyva Kurdistan di rojnameya HAZ, de, ji hêla Dr. Daniel Alexander Schacht ve hatiye nivîsîn. Herdû Rojnamevan jî  li ser rewşa kurdan agahdar in û herduyan jî, seredana Kurdistanê kirine.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…