Qado ŞêrînÊrîşên korane yên ji aliyê hin kurdan ve li ser Pêşmergeyan bi giştî, ku bêhna rexneya baş jê nayê, bêtir tije ezezî û kîn in, bêtir xizmeta siyaseta Daiş dikin. Rexneya ji bo avakirin û başkirinê cudaye ji ya wêrankirin û piçûkkirinê. Jixwe ku 100-200 an 10 000 Pêşmergeyan xiyanet kiribin, nayê wê wateyê ku hemû Pêşmerge û bi tenê yên Pdk xayînin, eger wiha be kurdekî ne xayîn tune.
Daiş dezgeheke hovane ye, bi rêya terorê xaka xwe berfireh dike, li ser pişta feqîr û fuqran, çimkî dewletên herêmê ta aniha li dijî Daiş gavên erênî neavêtine, û li dij hovîtî û komkujiyên wê tiştek nekirine, tenê kurd ên bê dewlet şerê wê dikin.
Daiş ji koka xwe de pilaneke siyasî ye, li pileya pêşîn rêjîma Beşar sûd jê wergirt, çimkî Daişê dikarîbû ta asteke bilind şoreşa gelêrî ya Sûriyeyê lawaz kir, eger têk nebiribe. Jixwe tê gotin ku bi alîkariya rêjîma Beşar Daiş mezin û bihêz bûye, ta aniha rêjîma Beşar bi tang û topên xwe lê nedaye, li gel ku ji raya giştî ya cîhanî re diyar dike ku qaşo şerê terorê dike, lê rojane bermîlên mirinê bi ser avahiyên tije zarok de berdide.
Çi wexta şoreşa Sûrî raweste, wê rêjîma Beşar ji nû ve Daiş tune yan lawaz an jî wê şerê wê bike, daku ji kontrola wê dernekeve û ji raya giştî re diyar bike ku li dijî terorê ye.
Li dawiya dawî, wê xwedanê heq û xêrê zora xwedanê şer û tariyê bibe, û wê gelê me yê xwedan heq bi serkeftinan şa bibe, û Daiş û dijmin û kurdên noker têk biçin.
www.qadoserin.com

Şîrove (0)