Tevger û êrîşên hovane

Saman Elî

Çi mirovekî ku dîroka tevgera kurdî li kurdisana rojava şopandiya ,dizanê ku ev tevger tim û tim bûye armanc çi ji aliyê rêjîmên sûriyê bi berdewamî û ev tiştek suriştiye jiber ku sîstemek tolîtare ji 1957-2009û hîn jî…ta serêja gelê kurd bi awakî demokrat çareserbibe , rêjîm şêweyê hêzê û lêdanê û terorê bikar aniye û wê ev şêweya ji xwere hilbijartiye , jiber hatina wê û bidestxistina wê desthilatiya sûriyê bi vî awayî bû  û li gor raman û kultura wê ye û mana wê jî wê bi vî awayî bê .
ev ji herkesî diyare , lê a nediyar ewe ku tevgera kurdî riya wê û hilbijarde ji şêweyên xebatê ta îro ne zelalin û xweş neberçave û sitratîjya wê baş ne diyare , û ev tişt xizmetê ji hin aliyan re kar tîne û li gor berjewendiyên wan e , bêtirîn serokatiyên tevgerê kal û pîrbûne û ji hiş ketine nema êdî malbatên wa karin bi wanre dan û stndinê bikin dem liser wan bûriye bê ku tiştekî ji gel re bi destxin ma gelo ev rewş suriştiye !yan wilo tê xwestin , ma gelo mana van kesan di serê partiyade tiştek suriştiya an wa tê xwestin , şewtandina nifşan pêwîstiya xebatêye an tiştek dine yan ew û dijmin li derekê dighin hev bo windakirina gelê kurd e, di vê dema dawîde û bitaybetî piştî serhildana12ê avdarê û şehîdkirina şêxê şehîdan Dr maşûq xeznewî zext û hovîtîya rêjîma Bas gurtirbû û êdî bidestê xwe ê hovane di xwazê gelê kurd biperçiqîne û ronahiyê ne bînê. Lê em tev dizanin ku xwîna  şehîdên 12 ê avdarê û şêxê nemir û şehîdên Newrozê ji dijmin û van serokatiyên partiyan mezintirin, û her û her wê serkeftin a wan şehîdan bê . lê berî dem bi tevayî bi bûrê hinek tişt tên xwestin mîna :ji hevbelavbûna hêzên tevgera kurdî daxwaz û armanca dijmine .tê xwestin kêmkirina çarçewan û tevger bi tevayî an jî bêtirîn hêzên wê dibin sîya çarçeweyekê kar bike , her weha gavên biçûk lê bi hêz divê werin bi kar anîn . nifşên nû û xebatkar û ala KURDAYETIYÊ hilgir divê serkêşiya partiyên xwe bikin ew mirovên bê alozî û dûr ji girêkên saykolojî .vajî van serokên ku partiyên xwe dimeşînin ne wek tê xwestin jiber ku ew tijene ji aloziyên xweyî û ezîtîyê û girêkên saykolojî .himbêzkirina kesayetiyên serbixwe ji tevgerê , ne tunekirin û şewtandina wan di tevgerê de .xurtkirina rêxistinên li derveyî welat û durxistina wan ji aloziyên tevgerê di hudurê welat wek rêxistinên serbixwe .
Ji tevgerê tê xwestin sazkirin û avakirina komeleyek girtiyan siyasî yên kurd ..komela girtiyên siyasî li roj avayê kurdistan.bicîkirina guhertinên bingehî di bunyada rêxistinî di hundirê partiyan de .li dawî bere hêzên şovenîst tev bizanibin ku şehîd û girtiyên me di zindanên dijmin wê her û her bimînin xetîreyên azadiyê û sembolên rizgariyê

Qamişlo 1-6-2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…