Yê karibê xwe bi qevêzê bila herê..!?

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Hevalno ev vexwendina me ji were….emê ahingekî di sal vegera pêncî û di saliya tevgera rêzgariya kurd li Sûriyê çêkin û çi çêdibê ber çê bibê…!? û emê di vê ahingê de qevzekî bidin  bese dema wê hat… yek ji hevalê wî jê di pirsê..! Heval hûn dikarin ji mere bêjin ev çi qevze û çima ji sala îsal hûnê vê qevzê bidin…!?

Mane jixwe ev vexwestina we jibo ku ez ji were bêjim ta ku hûn agedarbin tevlî ku me ta niha kariye em gelek kara bikin dûrî çapemeniyê wek hûn dizanin çapemenî li me…û  hûn dizanin ku em ji çapemeniyê hesnakin ji tevlî heviyê pêve tiştek dî nakin.
 Hevalno hûn dizanin ku îsal pêncî û di sal di ser damezrandina yekimîn rêxistina kurd li Sûriyê dibûrê û ev sal salek li ber dilê min balkêşe. Çimkî di sala pêncî û di doyan de Arnisto Tişî Gîvara û hevalê xwe ketin bajarê Havana serkeftî. Ji lewma  ev çend salbûn ku me lêkolîn dikirn li ser vê qevzê..
Hevalek dipirsê? Heval qey hûnê bi serhildanekî rabin..!
Yê nûner:  na heval mestir ji serhildanê…
Endam: Heval hûnê dest bi şoreşê bikin..
Yê nûner: na heval mestir…
Endam: Heval ka ji mere bêje ka hûnê çibikin da ku em kara xwe jêre bikin çêtire ku weka… li me werê…
Yê nûner: Ezê ji were bêjim lê hûn niha nabêjin ta roja wê hatî û roja wê nêzîke lê yê ku werê ahingê gerek ew zanibê xwe bi qevêzê…
Endam: Heval qevz ji bo çi..!?
Yê nûner:  hevalno emê civînekî di vê bîranînê de çêbikin û dibê ku ji mixeberata re werê gotin: û bêgoman wê ji wanre werê gotin: wek hûn di zanin miletê me…û wê mixeberat werin ta ku em newin girtin emê di ser dîwara xwe bi qevêzin… û ev qeviz bi xwe karekê balkêşe û me ji demakî de hin hevalê di ciyê biriyarê de perwerdeyî qevza  kirne û bi rastî me ji kerpîçê kin û kin dest pêkir û hevala dih sala xwe di ser kerpîçê kin û kin re qevazt tu ku têde guhnebûn û dûvre me berê wa da kerpîçê dirêj û bi rastî heval zû fêrî kerpîçê dirêjkî bûn  û piştî kerpîçê dirêşkî me ji hevala re got: hûn di dih sala de fêrî kerpîçê kin û kin bûn û di nih sala de fêrî kerpîçê dirêjkî bûn mane xwe gerek hûn di heşt sala de fêrî  bilokê bîst bibin û birastî heval di ciyê baweriya mede bûn û bilokê pazde û bilokê dih jî bûn. Ê hûn di zanin ev bi xwe ne hindike karek wek vî karî di bîst û heft sala de bibê nehindikê… lê ez cardî ji xwere bijim tiştê ku hevalê me zû fêrî nebû qerdîtkê zînê bûn çimkî ew tenikin û heval newêrin di ser wanre herin lê ev çend salê derbasbûn başbûn hin ji hevala fêrî wanjî bûn û niha eê amedene ku em civînekî çêbikin û dema ku muxeberat jî werin em dikarin xwe di ser dîware bi qevêzin çiqas ku ew dîwar tenik bê…  û niha heval dikarin xwe di ser bilokê dih û pazde û qermîtê zînêre bi qevêzin bê minet û tirs li ser hevala nîne… hevalno ev ne hindike û ez bawerim hîn kesî ev kar pêknaniye ji me pêve… çimkî me ji demakî de dest bi lêkolîna kiriye û bê pesin me dîroka tevgera rêzgariya cîhanî tev û levda û me nedît ku kesî ji me zîtir ev gav pêk aniye..ji lewma ez dibêjim ev sal û ev qeviz pir balkêşin û guhê xwe nedin celda cemawerî heger ku em guhê xwe bidin vê celdê birastî gerek em tev berê xwe bidin zindana… Yanî ez bi rengekê dî ji were bêjim dema ku di sala hezar û nihsed û pêncî û di doyan de Gîvara û hevalê xwe bi ser ketin wajî ji vê qevzê destpêkir û yê min bi xwe ez li benda vê sal vegerê bû da ku sal wek hev lê werin bila em li xwe mikur werin û bêjin….
Hevalno min bi sedê cara ji hevala xwestiye ku em zû xwe fêrî qevzê bikin lê wek hûn di zanin ez li benda vê delîvêbûm û min ev pirojeyê xwe pêşkêş dikirin lê gelek hokarên navxweyî dibûn kelem û diketin di rêya min de.. û îro ez di xwazin tiştekî giring û balkêş ji were bêjim. We haj şêwazê qevzê hebê gerek hûn di vê qevzêde karnasbin û bi vê qevza xwe gerek em desthilatdar gêj bikin  û em nehêlin ku gelesok di vê qevza mede çêbibin da ku em nebin pê kenîn ji derdorê xwere….
Yê ku bi xwazê ahinga çêbikê û sal vegera pêncî û di saliya tevgerê li bîra xwe bînê gerek pêşî xwe fêrî qevza bikê yan bila li bîra xwe neynê.. qevz yanî qevz û yê ku nizanibê bila newê çêtire…. da ku hikumet wî negrê û navê me teva nedê hikumetê ev ji me kême……
Û yê ku nizanibê û nikaribê xwe bi qevêzê bila newê…. ka ez bibînim…

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…