Bi evîna we, kevokên aştiyê difirin

Azer Osî

çi dibe li bakurê Kurdistanê, çawa ev biryar, çawa ev vîn, çawa ev bawerî, û çawa ev pêşwazî kirin?
Ev hemû pirsin û bersivên wan, wê bi dû de bên…

Ev demeke dirêje ku tevgera gelê kurd bi rêberiya partiya karkirên kurdistanê (Pkk) ê de, pirojeyên aşîtiyê diafirîne û pêşkêşî dewleta Tirk dike,
û ji boyî vê yekê girûpeke aştiyê di sala 1999 an de, ber bi Tirkiyê ve rêkir, lê ew kes, di heman demê de, dewletê ew avêtin Zindanê û hemû dergehên aştiyê girtin, û ji xwe her dem ew gelê kurd û tevgera wî bi navê Terorê destnîşan dikin.
Lê tevî wilo jî, tevgera kurd, di bin rêberiya xwe de, bê vîn nebû û hewldanên xwe bê hempa kir, çi li çiyan, çi li kurdistan û çi li derveyî welat û bi taybet li Ewrûpa.
Va dîsa di van rojên pîroz de, du Girûpên Aştiyê ( yek Ji Qendîl, û ya din ji Kampa Mexmûr) ber bi bi tirkiyê ve çûn, û ya sisiya ji Ewrûpa jî di van rojên pêş de, wê he re.
Diyare ku tevgera kurd, di hemû gavên xwe de, bi dilsozî dixwaze bi rengekî aştiyane pirsgirêka xwe çareser bike, lê gelo Dewleta Tirk ji vê yekê re amade ye, yan na.
Belkî pir kesan, bawer nedikirin, ku ew girûpên aştiyê,  ne bi vê dilsoziyê bên pêşwaz kirin, ji bilî ku pir kesan, rêberê vê tevgerê bi rengekî ne seza didan xuyanî kirin( yanî her tişt firotine)
ji xwe yên ku di nav agir de, ne mîna yên ji derveyî agirin, û ji xwe Qehremanê Enternêta pir bûne, û jehir ji pênûsên wan diherike, û belaş dibine zimanê dijmin…..
Pênûs pîroze, û keda di ber gel de pîroz, xwe naskirin pîroze, û rol lîstin hîna pîroz tire
Vê tevgerê, ne ji tiştekî pir tişt afirand, pir xwîn hat rijandin, pir ked hate kirin, bi giştî pirê kurdan, li çar peçeyên kurdistanê, rola xwe lîstin
û bi bîr bawerî, nêzî şoreşgerên xwe bûn, û ew di hembêza xwe de hembêz kirin.
Şer aşîtiyê jî tîne, û yê ji boyî mafê xweyî rewa şer dike, di her demê de jî, ji Aşîtiyê re jî,  amade ye.
Gelê kurd, mîna lehiyê, mîna çemên Dicle, û Ferat ber bi kevokên xwe de çû, û ew bi govend, çepik û tilîliyan pêşwaz kirin, û ji xwe rêberên Partiya civaka demuqrat ( DTP) ji vê yekê re rêberî kirin.
tiştê giring ewe, ku gelê Kurd derdê xwe, yan birîna xwe baş naskiriye, û yekbûna xwe bi hemû derfetên xwe diparêze û wisa jî rê li pêşiya neyarên xwe yên li hundur û derve digre…..
Tirkiya tevî helwestên wêyî hişk, nema dikare çavên xwe, ji vê rastiyê wekî berê bigre, û wê hêdî hêdî vê rastiyê, pesend bike.
maf zû bi zû nayê sitandin, disozî û bêhna fireh jê re divê, ji ber dijminên kurdan, ne normalin, û peçebûna kurdistanê jî, ne normale
hêza mezin, ya ku merov mafdar be, ev raz ya gelê kurde, tevî hemû sextiyê jiyanê, û hemû bin pêkirina mafên kurdan.
Hemû kes, kêf xweşe hemû çiyayên kurd, bextewarin, bi lehengên xwe, hemû gund û bajarên kurdistanê serbilindin, bi kevokên xwe, yên ku ji boyî wan sitranên kurdewariyê dixwînin.

22.10.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…