Silav li helwesta Ahmet Turk

Helîm Yûsiv

Dereng be jî, roj bi roj, siyasetmedarên kurd bi girîngiya zimanê kurdî û bikaranîna wî ya di siyasetê de dihesin. Ji destpêka şiyarbûna kurdên bakur ya hemdem de û bi germbûna bizava siyasî û çekdarî re, mijara zimên kete bin siyê û siyaset bi zimanê serdestan hate meşandin. Baweriya min ew e ku şaşîtiya bingehîn ya ku tevgera siyasî li Bakur heta niha êşa wê dikşîne paşguhkirina zimanê kurdî bû û tunebûna siyaseteke taybet ji bo sazkirina têkiliya bi zimên re.
Tevgera kurdan giraniya xwe da aliyê “siyasî” û pê re jî geşkirina têkoşîna çekdarî, bêyî ku ziman, wisa jî pirojeyên wêjeyî yên pê ve girêdayî, di nav plan û pirojeyên vê tevgerê de cihekî layiq bigrin. Di mentelîteya siyasî de, wisa hate gumankirin ku mijara ziman ne mijareke sereke ye, ji armancê bêhtir ewê piştî serkeftina siyasî bikare bê bidestxistin. Bi vî awayî zimanê kurdî yê ku bi destê dewletê hatibû qedexekirin û perçiqandin, bi vê mentelîteya seqet ya siyaseta kurdan, bêhtir hate paşguhkirin û birîndarkirin.
Dibe ku heta niha, di qada siyaseta kurdî de, ev mentelîte heta radeyekê serdest be, lê bûyer û rûdanên van salên dawiyê pûçbûn û seqetiya vê mentelîteyê eşkere kirin.
Siyaseta kurdan, zimanê kurdî perîşan kir, hetanî gihîşte wê radeyê ku wêrekî da dewleta tirk ku karibe vî zimanî, wekî çek, di şerê xwe yê bi kurdan re bikar bîne û xwe wekî xwediya vî zimanî, bi vekirina TRT 6, pêşkêşî kurdên belengaz bike. Bêyî ku kurdan û zimanê wan di destûrê xwe yê bingehîn de nas bike.
Di hundirê dîmenê zimên yê giştî û reş de, çirûskên şikenandina vê mentelîteya xedar û zimankuj herdem hebûn. Bi derketina rojnameya “Welat” re qelşeke mezin li dîwarê vê zihniyeta zirarker ket ku berdewamiya wê rojnameya rojane “Azadiya Welat” e. Pê re jî avakirina dezgehên kurdan û derketina kovar û rojnameyên cuda. Her wisa bi avakirina weşanxaneyên kurdan re û bi vekirina televîzyonên satelît re, ji MED heta Roj TV û her wiha….mijara zimên hate asteke berbiçav.
Di wê navê re, wisa xuya bû ku hemû bizavên siyasetmedarên zimanhez nikarîbûn zimanê kurdî bikin zimanê tevgera xwe ya siyasî “ya fermî”, lê wê bizavê bi şêweyekî din encam da, ku di bin banê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî de bi hezaran kurd dakevin kolanan û li zimanê xwe xwedî derkevin û daxwaz bikin ku kurdî bibe zimanekî fermî.
Ji hêla din de, perlementera kurd Leyla Zana reng û zimanê kurdî bi fedakariyeke mezin, bi xwe re derbasî perlemanê Tirkiyeyê kir. Her çendî Zana bedeleke mezin jî da vê helwesta xwe ya “sembolîk”, lê dikaribû bi çend hevokên bi lez be jî dîrokeke nû binîvisîne.
Wisa jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bi axaftina xwe ya bi kurdî, di hundirê perlemanê ku ev zêdeyî heştê salî ye kurdî qedexe kiriye de, wateyeke kûr dide vê helwesta watedar ya siyaseta kurdan.
Ev axaftin ji bo hilbijartinê be jî, dîsa cihê kêfxweşiya her kurdî ye, ji ber ku xwediyê vî zimanî dikarin bi her awayî wî ji bo xwe bikar bînin, lê ne ji mafê wan kesan e ewên qedexekar û alîgir û hevalbendên dewleteke dagîrker ku destên xwe yên qirêj bavêjin vî zimanê birîndar û di siyaseta xwe ya nijadperest de bikin çek û alav.
Di encamê de, ji bo ev helwesta bi rûmet ya Ahmet Turk, gavek li hewa û bê wate nemîne, ji tevgera siyasî ya kurdan rojekê berî ya din tê xwestin ku, siyaseta xwe ya di derbarê zimanê kurdî de di bin çavan re derbas bike û zimanê kurdî bike zimanê xwe yê fermî yê siyasetê. Her wisa tiştê ku ji dewletê dixwaze ew bi xwe di nav xwe de derbasî qada piratîkê bike. Kurdî bike zimanê birêvebirinê û di çapemeniya xwe de bike zimanê sereke.
Xewna Ahmet Turk pêk hat û di devereke fermî de bi zimanê dayika xwe axivî. Gelo wê Ahmet Turk û hemkarên xwe xewna hemû kurdan pêk bînin û di siyaseta kurdî de “zimanê dayikê” bikin zimanê sereke?
……………….
Jêder: diyarname.com
26.2.09

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…