Pirtûka «Koçername» derket

  Pirtûka nivîskarê Kurd Evdile Koçer ya bi navê “KOÇERNAME” ji nav Weşanên Do derket.
Nivîskar, di Koçernameyê de pirsgirêkên civakî û siyasî bi şêwazeke mîzahî vedibêje û bala xwendevanan dibe ser gelek meselokên kelevajîk. Di pirtûkê de bi zimanekî wêjeyî behsa gelek klîşe û tabûyên civaka kurd dike.

Evdile Koçer, di vê pirtûka xwe ya nû de bi kurdiyeke herîkbar, bi mijarên balkêş û bi hevokên sade ve li benda xwendevanên nû ye!
Parçeyek Ji Pirtûkê:
Li şûna pêşgotin û paşgotinê: KOÇERNAME
Bi kurt û kurmancî: ya min koçernameyek e…
Li ber peravê gotinên pepûk û brîndar ên ku êş û elemên xwe ji hev re vedibêjin kon vedidim û xwe davêjim ber bext û torê wan.
Gotinên fêris ên ku rengê qehremanên bênav vedihûnin, carna rehma xwe bi min tînin; wekî mêvanê Xwedê min li ser text û dîwanên xwe didin runiştandin; carna jî li ber devê deriyê xwe heta banga şeveqê disekinînin û awirên min ên bendewariyê ji xwe re dixin sinc…
Erê min got, a min koçernameyek e…
Gotin, wekî xalxalokên biharê li hewa dikevin û li ber ewrên fikrekê dibin hevok… Hevok hêdî hêdî pêlî nigê hev dikin û heta ku kaba wan biqerime dikevin ‘govend’ê… Xwêhdana ku ji wan hevokan diçe, dilop bi dilop dikeve ser kaxiza nameyê…
Belê min got, a min koçernameyek e…
Nameyên min carna dibin çîrokên mirinê û ber bi jiyaneke nenas ve dibezin, carna dilopên trajediya civaka me di tevna xwe de dixin ken û tiqetiq û dibin mêvanên dildar û fêhmdaran, carna jî hin gotinên pizot datînin ser dawa xwe û ber bi tax û kolaneke tarî ve dimeşin…
Dema ku xwêhdana hevokan dikeve ser nameyê, rihê min dilê min diperpite; ji ber ku name temam dibe û hêdî hêdî ji peravên min vediqete û pêl bi pêl digihîje ber peravên we…
Ez xulam min got, a min koçernameyek e…
Nameyên min, li ber peravê we dikevin destê hev û ji bo xatirê çavên we bi şev û roj ‘govend’ê digirin. Hin ji van nameyan, carna di dilê we de ji xwe re zozanên honik ava dikin, carna jî bi paş ve vedigerin û ji bo ku layiqî awirên çavên we bibin xwe ji nû ve diwedilînin.
Ez gorî min got, koçernameyek e…
Nameyên ku digihîjin ber ‘perav’ên we, heke bi dilê we be heke çirûskek dabe şev û rojên we hûn jî bi bi tilîliyan ve bi qewîtiyên nas û dostan ve bi xêr û silamet dişînin ber ‘perav’ên din. Ew jî ber bi ‘perav’ên dîtir ve dişînin…
Ez benî min got, a min koçernameyek e…
Evdile Koçer
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê. Gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên kurdî de derketin. Nivîs û çîrokên wî li gelek cihan bûn şano û kurteleyîstik. Li Swêdê li Ûnîversîteya Uppsalayê heyamekê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt. Pirtûkên wî ev in: Govendistan (Weşanên Pêrî-2002), Mirin (Weşanên Aram-2006), Koçername (Weşanên Do-2009)
Têkilî bi Weşanxaneya Do re: Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5/5, Taksim / İstanbul
Tel: (0212) 243 01 56, Fax: (0212) 252 70 48, Mail: doyayinlari@hotmail.com

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…