116 Salyadîya Jidayikbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan

  Konê Reş

   Berî gotina xwe, ez dixwazim gotinek Mîr Celadet Bedirxan bêjim: (Mal xerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn  ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne û îro jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke) derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî ji we ra ne romete, ji me ra  rûreşîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin..) Hawar /hejmara: 27/1941  Şam.
   Miletên xelkê, xwe bi mirovên xwe yên zana, şareza û mêrxas paye û pesin didin, xwe bi wan didin naskirin, lê em gelê Kurd, ta  di vî warî de jî nezan û paşketîne.. Qey ev jî qedera me ye..
Isal, di 26 ê nîsanê de, roja ji daykbûna Mîr Celadet Bedirxan, 116 sal derbas dibin, ev mirovê ku zimanzan, rojnamevan, helbestvan û dîplomasîyekî Kurdî jêhatî bû.. Ev mirovê ku ji berî (77) an ve elfabêyeke Kurdî xweser, bi tîpên latînî ji Kurdan re berhevkirîye, piştî xebateke (13)  salan ku pêre dûmkir û roja îro bi saya wê elfabayê gelek kovar û rojnameyên Kurdî bi tîpên latînî têne weşandin, hem jî ku bêtirî (5 _6) enstîtu û navendên Kurdî li Ewrûpa hatine damezirandin û kar û xebatên xwe bi wê elfabêyê didûmîn in.
   Mîr Celadet Bedirxan, ev mirovê ku bi zanîn, dûrdîtin û berpirsyarî, xwe hinkûf û berberê Mistefa Kemal Paşa didît.. Ev yek xweş diyare  di pirtûka wî (Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re).
  Di bawerîya min de, eger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paşa re hatin, ji Mîr Celadet Bedirxan re bihatina, wê Mîr Celadet nekêmî Mistefa Kemal Paşa ji gelê xwe re çakî û rindî kiriba .. Tevî ku em ne bi nîjadperestiya Kemal Paşa re. Lê mixabin tev derfet li pêş wî girtîbûn.. Tevî rewşa xerab ku têre derbas dibû, tiştê ku jêhat ji gelê xwe re pêşkêş kir. Eger (Atatork) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bê guman Mîr Celadet Bedirxan jî (Atakurd) ê Kurdane, bavê  çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî ya nûjen û moredin e.
Mîr Celadet Bedirxan, evê ku kûr û dûr di rewşa gelê xwe de ponijî û di wê ponijandinê de dûrdîtî bû û weha ji gelê xwe re digot:
(Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan , belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê). Roja Nû 1/1943 Beyrût.
   Bi wateyeke din, Mîr Celadet Bedirxan wek bijîjkekî pispor bû,   xweş dizanî bê nexwşîyên gelê wî di kudene û derman çiye. Wî derman ji  nexweşîyan re datanî, ew derman di rêka nivîsandina bi zimanê Kurdî de bû.. Bi wî zimanî  derman  şanî gelê xwe dida. lê mixabin gelê wî, xwe bi dûv dermanê wî de newstand û lê nedigerîya, tu giringî nedida  dermanê wî.. !! Vêca ji neçrî digot û dibiland: (Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine . ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî . bihesibîne. divêt bi kêrî wî bêt..). Hawar 40/1942  Şam
Mîr Celadet Bedirxan, li ser rêka Apê xwe Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dilivîya, hawar û gazîya wî, ji ya mamê wî bû. Ew Mamê ku di 22 ê nîsana 1898 an de, yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) li Qahîre weşandîye û di nav rûpelên wê de gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano ! Kurmancno ! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie””””limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca”””” û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin) Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, Kurdistan, hejmar 4/1898 Qahîre
   Mane gereke ku navendên Kurdî yên çandî, kovar û rojnameyên Kurdî, li ser weha  roj 26 ê nîsanê ku ( 116 ) sal di ser ji daykbûna wî re derbas dibin, rawestin ji nîgarîya wî, rojnameyên wî bidin naskirin, da ku ji nêzîk ve miletê wî, wî nasbike û serwextî xebatên wî bibe. Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Celadet Bedirxan hene ku me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek: Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 _ 1946 an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî berpirsyarê Kovara (Jîn _1918) li Stambolê, Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî _ 1909) li Stambolê, ev mirov di sala 1930 î de li Helebê çûye ber dilovanîya xwedê û îro kesek gora wî nasnake. Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908 an de li Stambolê û di sala 1917 li Qahîre rojnameya (Kurdistan) weşandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Ebdirezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrîcan. Û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, ku tev jiyana xwe di ber gel Kurd û Kurdistanê de xerckirine. Ji mafê waye jî, ku em wan li bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
   Sed rehmet li canê Mîr Celadet Bedirxan bin, sed rehmet li canê tev neferên ku xwe di ber welat û milet de westandine.

Qamişlo 26/04/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…