Mizgefta Meshefa Reş Û Mizgefta Mezin Li Bajarê Cizîra Boran e

Konê Reş

   Bajarê Cizîra Botan ji kevntirîn bajarên dinyayê ye. Jixwe wek tê zanîn piştî tofana Nûh pêxember, mirov li bajarê Cizîrê bi cih bûne û di pişt re li cîhanê belav bûne. Di nav çerx û dewranên salan de gelek şaristanî li bajarê Cizîra Botan hatine ava kirin û pêmayê wan lê mane. Û wiha mora wan şaristaniyan li gelek avahiyên cur bi cur ketiye û hêjî kavlên wan diyarin wek: Gora Nuh pêxember, Medreseya Sor, Gora Mem û Zîn, Burca belek, Mizgefta Mezin û Mizgefta Meshefa Reş… Belê ji heyamê Kevin ve û ta roja îro taybetiyek xurt bajarê Cizîra Botan û kurdan bi hev ve girêdide û Cizîra Botan bûye kaniya rewşenbîriya Kurdî ya ku na miçiqe..Werin em ê bi hev re berê xwe bidin Mizgefta Mezin û Mizgefta Meshefa Reş.
  Mizgefta Mezin: Bi tirkî nave wê (ULU CAMii: 12YUZYIL)ye. Ev mizgeft bi mîmarî û endazyariya xwe hunerek e ciwan û mezin şanî mirov dide. Jixwe her 12 neqşên ku li ser dergehê wê hatine xemilandin, mirov diheyirîne, yek mîna ya din nîne. Di temaşekirin û ponijanandina wan neqşan de, mirov pêrgî sembola ola Êzîdiyan (ango mirovê bi simbêl) dibe, hem jî pêrgî stêra Cihûyan, a şeş niçik, wiha jî xaçê kiristyanan.. Û her weha her 12 neqiş di rex hev de, di ser deriyê mizgefta  mezin re li ber çavan bi rêz û diyar xuyane. Mizgeft li ser 30 stûnên gulover û stûr, ji kevirên reş bilind dibe .. Ez li hundirê mizgeftê geriyan, lê min Mihraba wê(Cihê Îmam), wek ku pêdiviye hebiwa, min nedît, ji bil Mihrabek nû, ku ji text hatiye çêkirin. Xuyaye ku ev mihraba textî piştî islamê hatiye çêkirin.  Di baweriya min de, gelek çerx û dewran di ser vê mizgeftê re derbas bûne, gelek olan ev mizgeft bi kar anîne. Dibe ku di destpêkê de perestgeha Êzîdiyan bû, di pey re bûye a Zeredeştiyan, û weha bûye Kenîşt ji Cihûyan re û Dêr ji Kirîstyanan re, ta ku di sala 639 an de misilmanan ji xwe re kiriye mizgeft bo nimêjê.. Jixwe minare ji avaniya mizgeftê cudaye, dikeve bakur de û ji minareyên mizgeftên dinayê tevî bi cûdaye; Ji xwar ve çarçikî ber bi azman ve dirêj dibe, di ser re gulover an gindorî û di ser wan re tûtikî ber bi azman  bilind dibe.. Di baweriya min de ev mizgeft di destpêkê de wek perestgeh an kenîşt hatiye ava kirin di pey re bûye dêr û mizgeft.. Ji mizgefta mezin, me berê xwe da çarşiya bajarê Cizîrê a kevin. Pêlekê em li bazarên wê geriyan.. Di wê gerê de min çend pirs ji û kalemêrekî Cizîrî kirin: Çima jinên wê kinc û çarîkên reş li xwe dikin û xwe dinixumîn in? Li min vegerand: Şîna li ser Mem û Zîn e, ji heyamê wan ve jinên me cilên reş li xwe dikin û yên ku weha cil li xwe nekin ew ne ji Cizîriyên esîl in.. Dawî me berê xwe da Mizgefta Meshefa Reş.
Mizgefta Meshefa Reş: Navê vê mizgeftê bala me kişand, ji ber ku “Meshefa Reş” navê pîrtûka pîroz a Êzîdiyan e. Gelo çawa misilmanan navê Mishefa Reş ku pirtûka pîroz a Êzîdiyan e li vê mizgeftê kirine?! Ji ber vê yekê bi germî me dixwest vê mizgeftê bibînin. Mizgeftek gelekî kevnare ye. Di  hundirê sûra Cizîrê de ye. Ango di Cizîra kevin de ye. Em çûn, Melayê(Îmamê) mizgeftê li hêviya me bû. Me dît ku mizgeft di sala 1980î de hatiye restorekirin, tevî ku hatiye nûjenkirin lê ji binî ve xuya dikir ku bi kevirên reş hatiye ava kirin. Gelekî biçûke. Îmam nesxeyek ji Qurana ku li ser çermê xezalan hatibû nivîsandin, di nav kîsekî de danî ber me û got; ev Quran  bi destê cendirman hatiye şewitandin. Li gor ku min bi çavê xwe dît, bibû xwelî, mirov nedikarî tîpekê jî, jê bibîne, tev reş bibû, bibû qirik. Ji me re gotin ku, di hatina misilmaniyê de, sala 639 an û pê de, çar dane(nesxe) ji Qurana pîroz ku li ser çermê xezalan nivîsandî bûn, yek ji wan, ango nesxeyek ji wan anîbûn Cizîra Botan, di mizgefta Meshefa Reş de danînî bûn. Ew nesxeya Quranê ya ku li ser çermê xezalan nivîsandîbû ji aliyê mele û feqeyan ve, di hundirê sandoqekê de, li mizgefta Meshefa Reş parastî bû… Lê li gor derbas bûna çerx û dewranên salan, çend carekî ev mizgeft hatiye nûjenkirin(restorekirin).
   Xuya ye ku piştî hilweşandina Împeretoriya Osmanî û damezirandina komara tirkiyê a nû, êdî nema wek heyamê berê qîmet û nirx  ji misilmantiyê re hatiye girtin. Vêca  Quran û mizgeft di ser guhan re hatine avêtin. Piraniya mizgeftan ji aliyê hikûmata tirkiyê a nû ve bûne qereqolên leşkeran. Û weha, leşker li mizgefta Meshefa Reş jî bi cih bûne. Birêz Bahaeddîn Robar, di nivîsek xwe de ku van rojan de, di kovara W, hejmar;22 /2008 an de belav bûye, bi navê Mizgefta Meshefa Reş, eynî vê gotinê dibêje û li ser zimanê Mele Evdilkerîm Ozer wiha dibêje: “Demsala zivistanê eskerên ku li wê mizgeftê peywîrdar dibûn, agirekî pêxistin û xwe li derdora agir germ dikirin. Di wê navê re eskerek, sandoqekê di mizgevtê de dibîne,  radihêjê  tevî  hûr û mûrên ku di sandoqê de ne, di gel wê nesxeya Quranê ya ku li ser çemrê xezalan hatibû nivîsandin û diavêje nav agir… Eskerek dibîne ku hevalê wî Quran avêtiye nav agir, bixar  Quranê ji nav agir derdixe, lê dişewite û û reş dibe. Êdî gel ji vê nesxeya Quranê re gotin nesxeya reş an jî Meshefa Reş. Bi  demê re ma di bin bandora Meshefa Reş de û ji wê hingê ve ji wê mizgeftê re dibêjin mizgefta Meshefa Reş… Sebaretî min, qet ev gotin neketin serê min de. Dibe ku nesxeyek ji wê Qurana ku li ser çermê xezalan nivîsandî bû, hatibe Cizîra Botan. Çiko piştî ku ola islamê hatiye deverê, bajarê Cizîr bûye navenda misilmaniyê û cihê ilm û zaninê û ne dûre ku nesxeyek ji wê Quranê hatibe Cizîrê û paşê hatibe şewitandin.. Lê Mizgefta Meshefa Reş, navê xwe ne ji wê Qurana şewitî girtiye, navê wê ji wilo kevntire bi gelekî.. Di baweriya min de, navê wê ji Meshefa Reş ku pirtûka pîroz a gelê kurd yên ku bi ola xwe Êzîdîne hatiye girtin. Gelek dîrokzan dibêjin ku perestgehên agir li Cizîra Botan hebûn, hem jî dibêjin ku malbata mîrekên Botan bi koka xwe Êzîdîn e. Ew gotina ku hin wan digihînin Xalid Bin Elwelîd, qet ne rast e, ew bi xwe ji eşîra Xalta ne a Êzîdî. Hêjî ev eşîra dêrîn heye.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…