Konê ReşKaniya Qesara: Ev kanî jî nêzîkî çemê Seqlan e. Ava wê jî tevî ava Seqlan dibe û ber bi Eyndîwerê ve diherike. Ji mêj ve jin û keçên Cizîrê cil û cawên xwe têde dişûştin, hem jî wek seyrangehekê bû ji xelkên Cizîrê re. Navê vê kaniyê gelek caran di Memê Alan de derbas dibe. Dibêjin piştî ku Mem gihaye Cizîrê, yekemîn car, li ser vê kaniyê çav bi Zînê ketiye. Mixabin roja îro ne ava Seqlanê Mema û ne ava kaniya Qesara wek heyamê berê diherikin.
Nêrgizî: Ji mêj ve du-sê seyrangehên ku di buharan de bi nêrgizan dihatin xemilandin, li derdora Cizîrê hebûn; yek jê li bareşî Cizîrê bû, niha cihê wê bûye nexweşxana bajarê Cizîrê. A din li başûrî Cizîrê ye, nêzîkî Seqlan û kaniya Qesara ye, ew jî niha di nav sînor de hatiye perçekirin û beşek jê ketiye rexê sûriyê de. Navê nêrgizî li van herdû gulgeşt û seyrangehan hatiye kirin ji ber ku di buharan de, nêrgiz bi tov li wan deveran çêdibûn.
Şikeftên Kora: Ev şikeft li ser rêka Eydîwerê û Zaxo ne. Dibêjin di heyamê mîrekên Botan de û ta bi heyamê Mîr Bedirxan, ev şikeft terxankirî bûn bo koran û hejaran. Da ku bajarê Cizîrê ji koran paqij bimîne. Ew şikeft ji wan re terxan kiribûn. Di wî heyamê ku dermanê xuriyê nebû, xelik bi xuriyê diketin û piraniya wan kor dibûn. Vêca mîrekên Botan ew şikeft bo wan koran terxan kiribûn û di nav gel de belav kiribûn ku, kesê Zekata xwe an xêrekê bike, bela bide korên wan şikeftan. Û weha ew şikeft bi navê Şikeftên Kora hatine nas kirin.
Seqnefîs: Kaniyeke avê ye. Berê, derî sûra bajarê Cizîrê bû. Havînê ava wê sar e û zivistanî germ e. Xaniyek li ser vê kaniyê hatiye ava kirin, di hundirê wî xanî de birkek heye bo şûştin û helal kirinê. Dibêjin ku ev kanî bi taybetî hatiye terxan kirin bo wan kesên ku bi cenabet bin, ji dê û bavê xwe şerim dikin ku di mal de xwe tahir û helal bikin, vêca diçûn derî bajêr xwe di vê kaniyê de helal dikin.. Gotina Seqnefîs; Bi gelek dengan tê bi lêv kirin hin dibêjin; Senefîs, hin Seqnefîs û hin Sitnefîs dibêjin.. Lê dibe ya rast ku bi navê Sitiya Nefîs hatibe bi nav kirin û Sitiya Nefîs jina mîrekî Botan be û gelekî hez vê kaniyê dikir, ji lewre bi nave wê hatiye naskirin. Belê ji ber sivikbûnê, roja îro jêre dibêjin Seqnefîs. Hem jî dibêjin ku di heyamê berê de dora vê kaniyê bi kulîlk û nêrgizan dihat xemilandin. Ji ber vê yekê di gelek çîrok û stranên Cizîriyan de, navê Seqnefîs û Seqlanê Mema derbas dibe, wek vê stranê:
Cizîr xweş meqam e, berberî Misir û Şam e,
Seqnefîs hemmama me ye, Seqlan piçekî zêde ye..
Belê ji seyrangehên Cizîrê yên balkêş Qesrika Gelî ye:
Qesrika Gelî: Ev seyrangeh ji heyamê kevin ve, havîngeha mîrekên Botan bû. Û wiha maye havêngeh ta bi heyamê mîr Bedirxan. Wek ku diyare mîrekên Botan her sal, li gor irf û adetan di demsalên payîz, zivistan û biharan de, çax û demên xwe li bajarê Cizîrê, di Burca Belek dederbas dikirin û wiha hukumdariya Botan dikirin. Belê di demsala havînê de, ji ber germa zêde, bi malbatî, xwe li cihê hênik digirtin û diçûn Qesrika Gelî û ji Qesrika Gelî hukumdariya xwe li Botan û derdorê dimeşandin. Ta ku her sê mehên havînê dibuhirîn, dibû payîz û dinya hênik dibû, hingê careke din, li bajarê Cizîrê û Burca Belek vedigeriyan û hukumdariya xwe berdewam dikin. Ango Qesrika Gelî, ji mîrekên Botan re seyrangeh û paytexta wan a havînî bû.

Şîrove (0)