sûad cegerxwînAvdara rengîn bi xoşewistî me hembêz dike ..Bêhna gula bi ser mede difûrîne ,xweza bi rengîn dike ,zemînê bi geya dixemilîne, gulên sor û zer vedjinîne ,dilê keç û xorta geş dike .Newroze ,cejne ,buhare dema nûjeniya sirûşta welatê me ye ,dema barkirina demên dijware ,dema hatina rojên nûne ,dema vejandina dila ye .Elend dêmên xwe sor dike ,lêvên xwe erxewan dike .Pîroz be ji xweza re ,ji gelê me re ,ji hemî jina re ji hemî gulên buharê re ,ji ciwanên Kurda re ,ji pîr û kala re ,pîrozbe cejna 21ê avdarê.

Şîrove (0)