Gava Ko Masî Tî Dibin

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Ne serî dihişt dil rojekê rehet bibe, ne jî dil dihişt ko serî rojekê bi rehetî biçe ser balîfê.
Gava Ko Masî Tî Dibin, ev romana nû ya nivîskar Helîm Yûsiv e, ko ji weşanên Lîs ya ko birêvbirê wê birader Lal Lalesh  e. Masî bi xwe miletek e, Helîm Yûsiv me û masiyên tî ji hev cuda nake, em tî ne tiyên azadiyê ne. Miletek tête pişaftin, li bin zor û hêzdaneke nemirovane diperçiqe, dişikê û ji her tiştî çavtirsandî bûye.

Ew masî roj bi roj ji rewşa aloz û tengiyê dilteng dibin, nema dixwazin tî bijîn, gelo kî ji miletên derûdora me bê av e, an av li ber wî ye û bivênevê tî dimîne?
Roman rewşeke giştî a miletê kurd berçav dike, di hundirê rewşeke din re ew jî rewşa şervanên kurd yên ko bi cegerdarî, xwîn û xwêdana wan kulîlkên buhara azadiyê dibişkivînin, çi pêşmerge bin, çi girîla û çi kesên ko evîndarê axa pîroz bin.
Bi Masî re gereke baş min kir, pê re ji rojavayê Kurdistanê derketim û min berê xwe da bakurê sînor, ketim nav berfa sar, berfa ko bê dilovanî dixwest lingên pênûsê û kenê kulîlan hilweşîne.
Gava ko masî tî dibin, derdên Helîm û Masî hemî dernexistine, bêguman gelek roman û pel û pertûk ji derdên vî miletî re divên. Tiştê ko bala min kişand ew bû ko di vê romanê de min li keviran guhdarî kir, li marê ko mîna Masî ye, li derî, berbejin, pertûk, birîn, şûtik û li pênûsê jî guhdarî kir, me derdên wan ji nêz ve nas kir. 
Gava ko masî tî dibin
Mercên romana tekûz pêk aniye û nikarim bibêjim ko roman ji romanên zimanên din kêmtir e, an ew tîbûna Masî romana me jî tî kiriye, berevajî romana kurdî di vê dema dawî de dikare bi bilindî nasnameya xwe eşkere bike.
Ji nivîsa romana pêşîn (Şivanê Kurd) ya ko bi destê romannivîsê kurd Ereb Şemo sala 1935an hatiye weşandin, an Reşoyê Darê ya seydayê Cegerxwîn sala 1956an heta bi romanên Mihemed Uzun, Mûsa Enter, Mîroyê Esed, Brahîm Ehmed, Şahînê Swêreklî, Jan Dost û gelek romanên din ko nikarim navê hemiyan li vir bînim ziman, belê dikarim bibêjim wan tev dan deşta toreya kurdî a tî bi rewa kir, bi bejneke bilind dar û deviyên afirandinê diyar kirin.
Di derbarê romana Gava ko masî tî dibin de dixwazim çend têbîniyên xwe bidim xuyakirin.
 1-   Lezgîniya demê (çax) di gelek bûyeran de dem bi cih anko bi deverê re ez bi lawaziya tirazûkirina di navbera wan de hest dibûm. Di romanê de mijara cihî bi taybetî cihê sêdûrî (sê rehendî) giringiya tirazûkirinê bi demê re dixwaze.
 (Em ê herin aliyê Gewşê, çiyayên wê. Berê xwe dan wir, ji wir jî ber bi Muksê ve çûn. Gihiştin çiyayê bilind Ezbaşêr…) 
 2-  Karlêkirina xwendevan bi qehremanê romanê re têkiliyeke geh kurt, geh dirêj, ne li her cihî têrbûna hest û karlêkirinê dikir.
 3-  Gerek kesayetiya Masî û guherîna lezok di wê kesayetiyê de bi dema bihnfireh re “bistewiya”. Mebesta min, ne ko bi salan biketa, na! ez dibînim lezgîniya wê guherînê, mafê demê nehatiye dan.
  4-  Bikaranîna bêtir ji 200 gotinên erebî  û gelek ji wana bêtir ji sê carî bikar hatine ev guherînek neyênî ye. Pertûkên Helîm ên berê min ev tişt di wan de ne dîtiye bi taybetî yên ko li welat nivîsandine (Mirî ranazin) wek nimûne.   Wek: Hewa, xerîb, ceza, mifte, siyaset, fêde, ruh, aciz, lazimî, qedir, teyr, kerem, qatil, difikirî, hal, qehb, cefilî, mesele, razî, cenazê, heyirî, erebe, cidî, mecbûr, keşf, sebra, heb, qalib, taqet, nisbî, xezeb, cinsî, şahid, dihisiya, insan, rica, qewsik, safî, xiyanet, dewlet, betanî, niyet, xerab, behr, ecêb, xedar, diqewimî, cînayet, rehet, xeyal…h.d
Ez hêvî dikim ko ev nebe modêlek mîna nivîsên hin nivîskarên kurdên bakur ko vê yekê şaristanî dibînin (Evdile Koçer) wek nimûne.
Li gora nerîna min, eger em di nivîsên xwe de gotinên erebî, tirkî, farisî bikin modêl, piştî çend salan emê tiştekî ji zimanê kurdî nebînin.
Sebaret Kurdên bakurê Kurdistanê bi piranî li bal wan ziman di malê de têkçûye, vêca hin nivîskarên wan dixwazin vê (mijar û şaristaniya ziman, li gora dîtina wan) têkin toreya kurdî de jî û va hin bi hin bandor li nivîskarên beşê Kurdistanê ên din jî dikin.
Ez tekez dikim ko Helîm Yûsiv hemî gotinên erebî yên ko bikar anîne wata wan bi kurdî dizane, lê mixabin bi erebî nivîsandine û xwendevan ji peyvên kurdî ên ciwan dûr kirine.
5-  Di dawiya romanê de vegera Masî ji şoreşê bê ling, û mana wî demeke kurt li Binxetê û dîsan vegera wî Serxetê ji bo bicîhanîna xwesteka Rênas, hem rêkeftina ko ew û Rênas yê ko pakrewan bûbû pismamê hev derketin, tev ko ne lîl e jî, bes hinekî bi fantaziya ez hest kirim.
Tev wilo jî dikarim bibêjim ko roman ji destpêkê heta dawiyê bi hostayî hatiye hûnandin. Û dawiya wê jî, ew bêtir bi coş kiriye (Gava dinya li serê Masî dibû goleke miçiqî, pê re jî mar digiriya).
Guftûgoya di navbera Masî û Berfînê de û guhdarîkirina mar li wan,
(li vî aliyê sînor girtin û li wî alî girtin.)
Masî a dilê xwe jê re got:
Ez bawer dikim ew nema dev ji te berdidin.

– Tiştek ko min bitirsîne tune ye. Ji wilo pê ve ma wê çi ji me bikin.
– Tiştê ji destê wan hatiye, kirine.
– Tiştek tenê ma ye ne kirine.
–  Ew çi ye?
– Em hîn li jiyanê ne.

Jêder: Avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…