Sed carî gorî we bibim û carekî gorî xwe bibim

Melevan Resûl

Ez bi te û te bi wan , em hemî bi hev hene , bi sala ne ev gotin di mejyaê mede digijmijê û hîn em dubare dikin , eva jî yekek ji başî û qenciyên serpêhatiya me kurda ne û dihêle hestê netewî gurr bibe , lê hinga ev dilsozî bikeve şik û gomanan  ? derewçî zûbizû kevelî ser xwe tavêjin û ji buçeya hevgirtin û hevdadanê bi sûdeyên kêmketî û bi gomanên nediyar wê soza komelgeyî binpê dikin û hêviyan berba dikin .

Eve bi salan e miletê kurd çavlirê ye û li benda çirîskek ronî çavên wî qerimîn , li seran serî welat dilsoziya wî bi hêvîye û pûç nebûye da ku doza başorê kurdistanê bi serkeve , mîna mirovek nexweş hebe lê wî destê xwe bi ser birîna xwe de da , bi xweziya serkeftina kêşa miletê kurd li başore welat û gerewên pirbuha ji bonî dabînkirina doza kurdî , lê dema ku bihnek fereh hat e ber wan , em dikin ku ji eşqa fir bidin , me ji xwere digot ku wê kurdên başor di sengerên parastina mede bin û emê karibin rojekî xwe li ber siha wan bigrin , ne dihate payin ku emê di piştguhan re werin jibîrkirin , na ne ev tenê , ku li dijî mafê me derkevin yan xwe di ser de kerrbikin .
Em miletê kurd li başorê rojava herdem bûne pir ji bo hemû parçên kurdistanê û bêça rizgariyê daye , heger ew ji nedîtî ve were temaşe kirin , ew dorbîna kor e ji bal biraderên me ve , tenê wekî nimûne min dive ez li bîr bînim ku serhildana 12 adara 2004an bi mebesta parastina navê serkirdeyên başor ji binpêkirina nijadperst û dijminê navê kurd bû .
Belkî ev cara seda ye em dibin gorî ji bo parçên kurdistanê û nepoşmanin di vê helwestê de , lê xwezî serkirdeyên başor bi neynika em li wan temaşa dikin ew jî li me binerin û bêjin :
De babo bese hew xwe gorî me bikin , heme herin vê carê gorî xwe bibin .
Bi qasî şewata nava dilê me bila li birînên me temaşa bikin , gelo ma hûn dizanin ku helwesta we ya ne kurdînî li dijî xebata rizgariya bakurê kurdistanê mîna şûrekî ye hûn di pişta mede diçikilînin û hêvî ji we nema were kirin ku hûn li parastina navê kurdewariyê digerin ? bi teybet helwesta mam Celal Telebanî ku bi zîrekiya xwe bi nav û denge lê ew zîrekiya xwe dixe bin xizmeta dijminê miletê kurd de , li şûna xwe nîşan bide ku ew dijminê bizava bakurî kurdistanê ye û dilê mîtingeran şa bike , bila helwestek xêrxwaz û navbêniyê bike di çareserkirina doza kurdî de , me hêvî dikir ku tu wekî serkirdeyekî kurd li xwe binere û bi ceger be wekî berpirsên tirkan di rûyê wan de pirsa kurdî biteqînî , ne tu herî bazara firotin û têkçûna kurdan bi dijmin re mor bikî , heger bi rastî tu serokî ? xwe neke serok hozê kurdî , bila singa te fereh be û bi rastî bibe Mamê kurdan .

melevanresul@hotmail.com

 25 / 3 / 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…