Qul û qulaxê me xetimîn e

Melevan Resûl

Xweşiya jiyana mirovan bi hêvî û omîdan geş û gurr dibe , heger ew hêvî têkherin wê jiyan reş û tarî be û bê wate bimîne , ango mirov bi hêviyan dijî her çendî dizane ku piraniya hêviyan bê encamin û dawî reşbînî li pêşiya wî ye , mîna mirovên bi nexweşiyên giran ketî (dûrî we be) , ew dizanin ku berê wan li têkçûnê ye , lê dîsan jî hewl didin xwe ku bi geşbînî bijîn û hêviyên xwe ji jiyanê nabirin .
Çima min ev got ?
Bi rastî reşbîniya ez di pêşeroja miletê kurd de dibînim ew bêhêvîtî û sersariya têde dijî ye , seyre dema mirov bala xwe dide hemî movikê jiyana miletê kurd ka çiqas bi seyrin , mûyê serê mirov dibin  sîx dema li tert û belavbûna hemî hîmên xwenavdanê dibîne , tu carî ez bi xwe nikarim bêjim ku miletê kurd wekî netew li ser lingê xwe rawestayî maye  , hemî nirxên wî têkçûne û ji hev bela wela bûne , ji bilî çend kesan pêve -ji hejmara xwe ya pirr- ku em xwe pê nav didin nabînim , de ka werin em ji xwere li kesayeta mirovên kurd bigerin , ji partîzanan û rewşenbîran heta em bighin karker û zarokan , heta bi mirovên gundî û oldar , gelo ji sedî çiqas radeya girêdana wan bi hestê kurdewariyê ve girêdayî heye ?.
Seydayê Xanî şas negotiye (herdem bi temerud û şiqaqin) , qey ji xisleta mirovên kurd ewe ku tu carî li xwe nepirse û bi jiyana ketî û riswa qayil be , bila tu kes behaneyan nede ber rûyê xwe û ji erkên xwe yê mirovane baz nede , mademkî em mirovin , pêtivîye em pîvanên mirovane ji xwere bikin kêş û pîvan , dozê miletan ne wekî doza miletê kurd têne birêve birin , ez dizanim ku dijminê miletê kurd ne wekî tu dijmina ye jî , lê xuyaye ku em bi xwe ji xwere li bihaneyan digerin û binasê xwe dixin stûyê rêveberiya desthilatdar bi tenê , de başe ez jî wê yekê dibînim , lê ma ev bihane wê me bighîne çi encamê ? mirovên bê helwest li şûna jiyana sexte , baştire ji wan re ku bi serbilindî bimirin , ne min ev qanûn û yasa afirandiye , hemî netew bi vê rastiyê bawerin , çima em gotina mafdar dinuximînin û berî jê diguherin .
Heger destûra we hebe ji kerema xwe werin em çavên xwe li çend xalan bigerînin .
Dive ku em gotina dijmin ji firhenga xwe ya civakî û siyasî bavêjin yan jê dive em xwe li ber wateya gotinê bigrin , çimkî dijminan tucarî xêr ji dijminê xwere nexwetiye û her demî li hember wî kar kiriye , heta bi mirovên gotina dijmin bikartînin jî , di piratîkê de fêlbazin di pêwendiyên xwe de , çi siyasetvan bin û çi oldar û rewşenbîr bin , gelek ji me kurdan di civatan de dibêjin ku miletê kurd dikare bi hemî netewan re jiyan bibe û aramiyê pêk bîne , bi rastî ev dereweke em li xwe dikin , ji ber ku ew miletê nikaribe aramiyê di nava çînên civaka xwede pêk bîne wê cawa karibe aramiyê li derdoran belav bike , em bi kêra xêr û qenciyan ji xelkê re hêjan e , lê ji xwere dijmin û neyarê xwe ne .
Dijminê miletê kurd hemî deriyan li ber berdewamiya jiyana miletê kurd digire , lê em bi xwe jî deryê jiyanê li xwe digirin , dijmin çand û hunera kurdî tert û belav dike , lê em jî bi wî re dibin destek û talaniyê dikin , dijmin zimanê me ji devê me kişandiye , lê me ji hêloqan zimanê piçûk hilqetandiye . dijmin civaka kurd meriqandiye , lê me jî şûm û serberdayî kiriye . dijmin bi xwezaya welat dilîze , lê me jî xwezaya xwe sotandiye . dijmin kevneşopên welat  berbat dike , lê em jî dizekin û wêran dikin .
Gelo kî destê mêrê qenc girtiye ku di nava xwe de û bi giyanek berpirs kêşeya miletê xwe di nava malbata xwe de bide xwendin û wan fêrî çand û ziman û hunera kurdî bike , gelo ma dijim xwestiye ku em di behiyê sîxur ajanan de bi deh hezaran amade bibin û di şîna şehîdekî de çavan bikurkusînin ? dijmin naxwaze ku miletê kurd zana bibe û xwenda bibe , lê îro bi hezaran mamosteyên kurd hene , piraniya wan guh nadin şagirtên xwe . dijmin serjimêra awarete pêk aniye , lê dijmin negotiye dive hûn xwazgîniyê keçên xwe (bê nasname) nepejirînin . dijmin hemî sazî û sandîka û kampanî kirin e cihê talanî û dizîyê , lê dijmin negotiye divê hûn diziya perîşanekî – hatî kaxetê xwe mor bike – kurdê gundî bike . dijmin hemî alavên ragihandinê qedexe kirin e , lê dijmin negotiye divê hûn di mala xwede guhdarî dezgihên kurdî nekin . globalîzmê teknîka herî li pêş pêk aniye , lê wê negotiye herin xêzên sor li binê navê hev bidin  . helbestevan yan nivîskarekî kurd bi dehê gotaran li ser şobûn û evîniyê bi zimanê biyanî dinivîsin , lê ew nikarin du hevokan li ser qehremaniya cangorekî xêz bikin . ………. ?.

Ez çi bêjim û çi nebêjim , de here looooo , kes bi kesî nake , heme ya rast ewe ku miletê kurd ne milete , hemî êş û ilete , qul û qulaxê wî wekî lûla sopê xetimîn e ,  dive bipişike û sewdanê wî ji zeng û gemarê daweşe .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...