Helbest u pexşan

Sing şimamokin

  Şevger

Sinig gokin şimamokin xud paşilê de nagirin
Ku dimeşê tev dihejê  awrê çavan tîr û berin
wê nazikê wê rindikê bi wê bejna gelek zirav
Bi wî kenî min şêt dikê dema awir da min ji çav..
Sing sipîye j,berfa çîya wekû pelê vê defterê
Her kes divê dest nakevê ku bihnikê lê binerê
Suhbet xweşe tim rûgeşe wek rîhana li pencerê

Bi fesala pir delala   telî ji Mûm û fenerê…
Por xeleke çav beleke her dû birhên qelemkirî
Bi heneka nazya dike   sewdan û hiş bir ji serî
serxweşkirin bê mey canê, wek sergêjê li meyxanê
j,Yek nerînê dilrevînê  wê hişyarkir dilê mirî…
Subhan ji xudêre subhan  pir bedewe bê qisûre
çav wekû çavê xezalan   rûçkên rû  gula sore
Ku dikenê dil dijenê deng dibê awazek xweş
Bêjim kinê mala minê  evîna te li min zorre  …
Ji nû singên te tevbidim bi van desta bi van lepa
Lêvên nazik ez bi mijim rû bidim ber gez û gepa
çi bixwazim ne bêje na hema îşev min serbestke
Ji serî heya binê ling bila xêra bavê te be  ……
 Festîvala Gäavle 10.8.2007
———-

Tew Lo Dilo

Sevger

Tew lo dilo tew lo dilo
Qeda bikevê jiyana wilo
Milet hemi tev rizgarbûn
em kurd btenê manawilo ..
Demek dirêj ez dûr bûme
ji warê xwexerîb bûme
Bi ciwanî ez pîr bûme
Tew lo dilo tew lo dilo ..
Warê xelkê jmer nabê war
jev dûr bûne manabê çar
Me pir kişand zilma neyar
Tew lo dilo tew lo dilo.
Ez li virim u ne li virim
Rojê sed car ez dimirim
Kengî l,qamişlo vegerim
Tew lo dilo tew lo dilo
Kengî l,warê xwevegerim
Tew lo dilo tew lo dilo..

  1995

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…