Melevan ResûlVa bû çend roj şerekî ne wekî hev di navbera tevgera Hemasê û Israîlê de dikşîne , her roj nûçeyên şer û kuştiyan di dezgehên ragihandinê de cihekî fereh digre , dinya hemî ketiye nava guft û goyan de , hin jê alîgir û hin jê dijberî van kiryara ne , heta di nava civaka kurd jî tengijîn û milmilane di helwesta tevger û cemawer de heye , ji ber ku me kurdan gelek êş û azar di vê biwarê de hene û serpêhatiya miletê kurd daxeke li enya cîhana pêşverû , bê guman gerdûn hemî nehêjaye dilopek xwîna bêgunehekî sivîl , em hemî li dijberî wê ne ku mirov bêne kuştin , lê ya ku çîna serdest ji bonî tevlîheviya kaxetên serketî di levbaziya pêkanîna armanc û qiizincên siyasî de tê kirin , ew bi serêxwe babetek cudaye , heme her dawî çîroka miletekî û kêşa wî xwe dide pêş ku hîn sûre li ser qizinckirina mafê xwe yê netewî , ew viyana di nava civaka xelkê ( Xeze ) de , mirov bi rêzdarî li ber diraweste , her çiqas nayê pîvan bi doza miletê kurd re , lê îro dinya hemî bi kaxeta Hemasê û kêşeya Filestiniyan mijûl dibe , di eynî demê de heger em şer û talana bi sed salî di cenga navbera kurd û sîstemên dagirkerên welatî wî de bidin ber hev , albonek cuda û berfreh di helwesta hêzên navnetwî û helwesta wan ya exlaqî de heye , rojekî mijgûla çavê wan ji bonî kuştara bêgunehan ne jenîye , raste yê gotî : ( kesê bi mal be , bi xaltîk û xale ) .
Heta niha 600 mirovên sivîl li gazayê hatine kuştin , encûmena netwî , civata cîhanî ,asayîş , kongira Erebî , lijneya gerdûnî ya mafên mirov , kongira îslamî , hêz û dewletên cîhanê hemî li ser vê pirsgirêkê dirawestin û alîkariya derûnî û diravî ji bo 2 melyaon mirov dişînin , lê ew civaka şaristanî û mirovane rojekî nanekî tisî yan qotîk şêrê zarokan nekiriye diyarî qurbanên kurd , bi ser vî halî de jî balefir û , tangê û coreyên cekan dikin diyarî dagirkerên kurdistanê û bumbeyên gazê û navokî diyarî xweza û mirovên kurdistanî dikin , ev durûtî dive her û her li bîra mebe , bila li bîra mebe hêstirên ji çavê Erdogan û ŞaŞik reşên Îranî , tevlî rijîma Sûrî ya bedkar , çiqas di nava hev de bi beryarin ku miletê kurd li pêşberî cîhana ( şaristanî ) diperçiqînin û deng ji kesî nayê , Erdogan çareseriya kêşa kurd di bakurî welat de bi vekirina kenalek Telvizyonî dibîne , lê ji miletê Xeze re dewletek serbixwe dixwaze , mixabin beşek ji kurdên bêhelwest wê gavê bi têra pirsa kurdî dibînin , dêmekî yan em kurd hîn me xwe negihandiye asta miletbûnê û yan jê çi kesê xwe di ser pirsa xwe ya netwî re bavêje , bi rastî ew mikrobin di gewdê miletê xweragir de , wekî nimûne , heger qurbanê me li ber me şirîn ban , wê xelkê dijmin nekarîba bi potînê xwe me bi erdê ve biperçiqîne , di dema niha de balefir û tangên rijîma Turk û Iranê bi hevre herêmên kurdistanê , gund . zevî , xweza , siruşt , sivîl , terş , zarok û bêgunehan bumbebaran dikin , lê pêjin ji kesî nayê , bi ser vî halî de ew mirovên bi nav (kurd ) naînin ser polê xwe û nabêjin îro şerekî tunebûnê li hember miletê kurd tê kirin , bê şermî dibêjin : ew şerê PKK dikin , dêmekî doza pkk ne çîroka hebûn û tunebûna miletê kurd e , gelo em çi navî ji mirovên xwedan vî helwestî bêjin wê başe be ?. ka çi dirofên mirovatiya bi wan dikevin , di bawerya min de ew kesên kurd , miletê kurd û kurdistanê hemûyî bi cameke meya li ser masa serxweşiyê difiroşin .
Di rojavayê kurdistanê de şerekî nijadperestî li dijî hebûna kurdan tê kirin , lê tevger û rêxistinên kurd ne di helwestek hevbeşdene li dijî van kiryaran û her weha ……

Şîrove (0)