TIYAMA

hozanê girkundê

dem û roj bê watene
nazelînê
xew û şev
di bendemana pêjnatede
di lerizin
li ber serma bêrîkirinê
bi kotekî

bi minre şiyar di mînin
erê wilo
xwe bê reng di hêlin
gotinên di çavên tede
bi hezarên gatên vînê
li rûpela dilê min di xwînin
û çend razên fedîyok
di weşînin
dil vîna min
ez mîna zarokekî dev li ken
xwe tevî girgemêja
sînggate di kim
wilo hogirî himbêzateyî firiştî
di bim
û kenînên dêmên te
hestê min li ser perenga
mêbûna te
hêdî hêdî di sojîne
dikevim meyxana ser xweşîyê
peyalên meyê
ji sorahîya lêvn te
di noşim
di bim perestê mehraba te
dil vîna min
tazîbûna laşên te
mehrevanîya peyvên te
cobarên brfîn lehîyek
bê dawî di herikîne
di wê hingêde
ez xwe di nêv daristana
porêtede vedişêrim
û xwedê li ber dengê
bînvedanê ji asîman
di xeyide û cûda di be
xwe tevî min û te dike
ji lewra
nîgaşên te mîna
dirêjbûna şevê
zivistanî di hizrêminde
xwe bi cî di ke
û sirûda hebûna te
di damarê dilêminde
lê dide tiyama tiyama

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…