Silêman AzerÛ li vir jî em dikarin hinek ji wan pirsan jî li vir bînin ser ziman:gelo ma dive ko çi kesê xebatek di ber miletê xwe de kiribe ew buhayê wê kedê bistîne,merov ji bo miletê xwe dike an jî ji bo navekî,ma ew navdarî û ew nav malbatî mehnekê dide merov ko çi bike tu kes wî bersivdan neke,an jî mirov bizava wî nenirxîne û bi tenê pesnê wî bide.li vir ezê xala dawî di vê yekê de biktînim berî ez dergehê tu tewanbarî û xwefiroşiyê li xwe vekim.û bûyera diwemîn ew vekirina trt6 ya ku dewleta tirk bizimanê kurdî vekir,gelo ka mirov çawa wî dinirxîne û dibîne.bi rastî em dibêjin başe lê di pey gotina wê başbûnê re çend pirsan jî dikin.ma bi rastî dewleta tirk gihaye wê baweriyê ko ew mafê kurdan bi wan bide,ango berpirs û serokên tirkiyê ev kenal vekirin ji baweriyekê,heger bersiv erê be,ev tiştekî gelek başe,lê heger bersiv na ne ji baweriyekê ye lê ji ber hinek zixt û tirsa ji ewropa û hinek dewletên cîhanê be naxwe ev kenal dimîne henek pêkirin an jî wek tê gotin hinek tozike davêjin çavan.lê di derbarê kesên ko têde kar dikin,hinekan gotina xwefiroş û caş li ser wan gotin,ez li vir dibêjim bi rastî gereke em ji vî şêweyê dan û standinê dûr Kevin.bese bi tenê heger yek ne li gorî nerîna min bi,axive ez biçavên xiyanetê lê binerim,ango yan tê weke min bêje an tu dujminê minî.ev şêwe dibaweriya min de maye bi tenê çekê qelsa û nezanan.bese em bi çavên tewanbariyê hev binirxînin.bere em hinekî ji wê perwerdiya ko dujminê me di me de çandiye bi dûr Kevin.wek me di destpêkê de got,yan xwîna wî birjîne,an mejiyê wî biperçiqîne.di dawî de ezê vê gotarê bi dawî bînim ji ber ez di wê baweriyê deme ko hinek hene wê ji niha ve kêrên xwe tûjbikin ji bo serjêkirinê û her wê hinek niqute pirs jî bimînin…????

Şîrove (0)