Rûreşiya siyaseta turkî nema tê peçandin

Cankurd

Wekî em dizanin, siyaseta serokwezîrê turkî ya niha, hêja Receb Teyib Erdogan, ku hezdike xwe wekî Musilmanekî nûjen bide nasîn, herdu tevgerên çekdarî yên kurdî, çi li hember leşkeriya turkî (PKK) û çi li hember leşkeriya îranî (PJAK), wekî du saziyên“Têrorî“ dide diyarkirin, û li ser bingeha vê nêrînê hemî siyaseta xwe ya fermî, li ber Ewrûpiyan, Amerîkanan û civaka navneteweyî birêve dibe, bi ser ve jî, di nav gelên herêmê de, û bi taybet di nav gelê Kurd de. Bangeşiya AKPê, têkiliyên wê û liva wê di nav camî û mizgeftan de jî di berdestiya vê siyasetê de ye…
Li aliyekî dî, AKP û serokê wê, di nav cîhana îslamî de, xudan nêrîneke dî ne, ewana wilo dêmenê xwe didin xuyakirin, ku ewana li gel „Cîhadê“ ne û tiştekî AKPê dij bi „HAMAS“ê nîne, ne tenê wilo, AKP di kolana turkî de xwe wekî piştvanekî dilsoz ji birayên xwe yên Musilman re dide firotin, lê di qada dîplomasiya navneteweyî de, xwe mîna navberekî aştîxwaz û aştîhez dide nasîn…û di van rojan de, ku hêrişên leşkeriya turkî bombeyên xwe bi ser gelê Kurd de diabrînin…
AKP û siyaseta AKP hem piştvaniya “HAMAS” dikin û hem jî dostanî û hevaltiya xwe bi hêrişvanên ser „HAMAS“ê re xorttir dikin, di bizavên berhevhatin û aştiyê de jî gavên xwe davêjin…Ewana aştîxwazin û bombeyan jî bi ser seriyên xelkê de dibarînin…Ev çewa dibe?
Em tev dizanin, ku „HAMAS“ tevgereke ramiyarî ya di nav gelê Filistînî de ciyê xwe girtiye û daxwazên wê yên neteweyî yên mezin hene, wekî rizgarkirina teviya Filistînê, û ew di bingehê de li ser „tunekirina dewleta Israîlê“ ava bûye…Bi ser de jî, wekî dixuye, ew niha ne li gel çareseriyeke aştiyane ye bi Israîlê re … Ji ber vê yekê jî Israîlî wê tevgerê wekî saziyeke „têrorî“ didine xuyakirin, û cenga xwe bi HAMASê re wekî cenga dij bi „Têrorê“ dizanin… AKP hîç rojekê nabêje, ku HAMAS saziyeke têrorî ye, herdem piştvaniya xwe ji wê re tîne zimên, bi kêmtirîn di nav gel de, eger ew di civaka navneteweyî de wê piştvaniyê nikane wilo bi aşkereyî bide belavkirin.
Gelo, ma çi cudahî di navbera PKK û HAMAS de heye, ku AKP ewqas piştvanê HAMAS e û ewqas dijî PKK ye?
PKK, ya ku bêguman di nav gelê xwe de ji HAMAS xorttir e, çi rojan negotiye, ku ewê dewleta turkî tune bike, niha ji daxwaza “Serxwebûna Kurdistanê“ jî daketiye, û her roj dide nasîn, ku ew bo çareyeke aştiyane di çaeçiva „Mîsaqê Millî“de, û dibin destûra Ataturk de amadeye, lê dîsa jî AKP wê wekî saziyeke „têrorî“ dide xuyakirin, û siyaseteke cengê li hember wê birêve dibe…
Tu tişt hene, ku PKK û HAMAS ji hevdu cihê dikin:
–      PKK ne îslamî ye, hema HAMAS îslamî ye, û serokê AKP dikane herdem serokê HAMAS wekî birayekî û davdiliyekî xwe hembêz bike, bi wî re bipeyive û piştvaniya wî bike.
–      PKK, tevî guhartinên mezin ên di siyaset û ramanên wê de, di dîroka xwe de wekî hêzeke dij bi dewleta turkî di gelek waran de hatiye nasîn, hema tiştekî HAMASê dijî Turkiye nîne.
Ji van pê ve çi xalên cudahiyê di navbera tevgera PKK û HAMAS de nînin…
AKPê, ku xwe wekî siyasetmendeke aştîparêz di Rojhilata Navîn de rûyê xwe yê rastîn dide peçandin, bangewaziyê li hemî hêzên îraqî dike, ku ew amadeye bo navberiyê di „mijara Kerkûkê“ de bike, û deng li Ereb û Israîliyan dike, ku ew amadeye bo navberiyê di „mijara Gaza“ de bike, û di „mijara Lubnanê“ de jî xwe wekî navberekî da amadekirin, hema ew tew peyvekê li ser şerê xwînî yê di navbera leşkerê Iranê û hêzên PJAKê de nîne zimên, û AKP baş dizane, ku aştî di dewleteke hevsînor de, bo Turkiye jî giring û baş e…
Eve qewxî „tenaquz“ di siyaseta turkî de, ku îro hefsarê wê di destê AKPê û serokwezîrê Turkiyê de ye, wekî rûreşiyeke zelal û bê çarîk li ber çavên me ye…
Gelo, ma Turkperest heta çi demê wê kanibin va siyaseta xwe ya bi du rûpêçkan li ser şanowa cîhanî bilîzin?
Ji aliyekî ve şeryar û bomberêj, nijadperest û ultranationalîst, û ji aliyekî ve îslamî, aştîhez û herdem amadeye bo li hevhatin û berhevhatinê…
Ez dibêm, ku tenha Kurd bi siyaseteke xwe ya navneteweyî ya dirist û yekbûyî dikanin vê rûreşiyê û vê durûtiyê baştir tazîbikin û bicerisînin…
  

04.01.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…