Helbest u pexşan

li vir raweste

Azer Osî

li vir raweste
bera bêhna evînê, bi te vede
û di canê bi tenha de, bi nermî razê.
Fêrmiskên ezman yên ku bi tenha, ji wan re nimêj dikim,
bi bîranînên xwe re yeko yeko bi hejmêre
ta bi xwe, baran ji payîzêd min re,
fêrî maçên te bibe.
wê ji mijankên te,
roj li bejna te hilê
û wê destên te, tevna xeyalan vehûnin.

……..
Li vir raweste
wê ji dengvedana te,
bazê li banî ji ser hêlînê bifire
û wê sitrana te, ji şagirtên paşeroja te re,
tomar bike.
wê kerwanên xezalan di ber te re
derbas bibin, û wê li pala çiyayên te,
govenda niştimanî ji neviyên te re,
li dar bixin.
…………….
Li vir raweste
û sênîka şekir di danê sibehê de
di hemû cejnan de,
bi destan hilgire,
bera zarokên rojê, bi Sîpan re, arêd Newroza
te dadin, û li xaka te
lale û lîlozan biçînin.
……….
Li vir raweste
wê hechecîkên hemûd demsalên te, ji nû ve
li te bicivin û wê diyarê ji bîrbûyî wekî berê ava bikin.
………..
Li vir raweste
û pelên sor zerî, bi bayê payîzê re, bi ser xwe de vehewîne
û li êvaran razên xwe,
di bi wan de veşêre
û li bendî min pir nemîne,
ezê bi destên xwe hemû sêvên dara te,
li çar aliyan belav bikim
û ji çûyînê re,
xwe û te amade bikim.

Elmanya – Hannover

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…