Eliyê Seydoyê Gornaî (1)

Siyamend Brahîm

Min di gotara xwe ya pêşî de li ser dîroka Ûrdin û kurdên wê nivîsand bû, û li vir bi taybetî ez hez dikim li ser kesayetekî kurdê Urdinê binivîsînim, Helbet xwendevanên kurdên Sûryê xweşik wî nas dikin, Belê naskirina wî li Sûryê ew ji ber ku ferhenga wî ya bi zimanên Kurdî – Erebî xweşik hate belavkirin, belê ferhenga wî piştî me destûra çapa wê ji wezareta ragihandina Sûryê derxist, û nêzîkî sê hezar dane me jê belavkir.
lê pirr ji xwendevan û rewşenbîrên kurdên Turkiya xweşik nas nakin,  ku ewî li seranserî Qiralgeha Urdinê navê xwe çesipand, Erê ew bi hemî rengê xwe ve cihê şanazî û pesindariyê ye, kesayetiyeke xwedan derûneke kurd, di kesayetiya wî de hemû rengê mêrxasî jîrbûnê xuya dikir,
Li vir divê mirov li pileya niştimanperweriya han bêteşe nemîne û li ber dîroka vî kesî han raweste, Belê pêla hesta netewiya kurdî  li cem vî kesê han berze, temaşe bikin bê çawa yekî li ji Kurdê Ûrdinê ev hesta netewî li nêv komeleke Erebî fêrî zimaê kurdî bibe, ew dibêje min carê ji çîrokên pîrka xwe hesta hezkirina zimanên kurdî kete dilê min. yekem car ahenga kurdî pêlên dilê min hejand. 
Belê mamostê nemir Elî piştî li zanîngeha Emrîkê li Beyrûdê xwendina xwe ya di warê polîtîk û ekonomî kuta kir, û vegeriya Emmanê û di warê diblomatîk de kar kir, û digel vî karê han jî ew ji guvika Kurdîtiyê berneda, û gava kovara Hawarl derket, ewî kêfxweşiya xwe anî û mamoste Celadet pîrozkir, û jê re sirinceke dîroka hayedar kir, Erê hayedariya wî ku Celadet tîpa Q ya ku di elfbeiya Celadet de hatiye nivîsîn wek K tê xwendin û nivîsîn.
Ji ber vê yekê mamoste Elî ew durvê han ji nivîsîna vî tîpê han ne di cihê xwe de dît û name ji Celadet re şande Şamê, û mamoste Celadet jî wek ya wî kir û tîpa Q ya ku bi K dihate xwendin û nivîsandin guhert, û tîpa K ya bi Q dihate xwendin û nivîsîn guhert, Hêjaye gotinê ku ne tenê bendewarî û xebata Eliyê Seydo di warê  zimanên kurdî de bû, belê “ewî hezdikir bi rêwîtiyeke ji welatê kurdistanê re ji nêzîk ve nas bike û li ser dîroka wê binivîsîne”.
Belê ev rêwêtiya wî ya ku di sala 1931 piştî ku ji beşê konevanî û ekonomî ji zanîngeha Emrîkî li Bêrûtê derçû, Îcar bi xurtî berê xwe da xebata kurdewariyê, û berê xwe da ev koça kurdistanî.
Erê di vê koça han de di destpêkê de çêla dîroka Urdinê heta ku Haşimî bi alîkariya Ingilîzan qiralgeha xwe avakirin, piştre ew behsa rêwîtiya xwe  
Hêjayê gotinê ku piştî ku di sala 1931 çû kurdistana başûr, û piştî ku ew vegeriya û dest bi nivîsandina dîtin û rêwîtiya xwe kir, belê hinekî ji mêjûyê me ronîkir, Îcar li vir mamoste Elyê Seydoyê Goranî ne tenê dîroka Urdin, Şamê, Û bi kurtî dîtinê wî yên zanyarî, û cuxrafî, çiyayên Kuridstanê, dîtina serokên bajarên Kurdan, hevdîtina dûr û dirêj bi serokên eşîrên Kurdan re, salixdana welatê Kurdan, xweşiya dîtinên xwe ji sulav û kaniyên Kurdistana Rengîn wekî durr û cewahiran ristkir.
Belê ev tevayiya xwendin û nerînê xwe yên dewlemend ew tevan xiste pirtûkeke bi navê (Koçeke ji Emanê heta Emadiyê),  ev pirtûk di sala 1938 li Qahira hate çapkirin.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…