Dergevanên xewnan

Ronî Elî
 
Ma tu dizanî
Ku çav û lêvên te
Ne di yek rûçikî de ne
Çavên te …
Li pêşwaziya dilê min
Weke Çivîkeke hilqetandî
Diperpitîn
Û govdeyê min
Mîna baskên di bin baranê de
Dilerizand
Hema lêvên te …
Weke meyxaneya li ser çateriyan
Ne lê dibûm mîvan
Û ne jî
Ji tîbûna hêviyan re
Dibû vehsan û mazûban
Ma tu dizanî
Ku sozên te
Mîna hêviyên şoreşeke bê nasname
Di gewriya kilaşînkofekê de
Bel dibin 
Û bê deng 
Di gola xwîneke hemiqî de
Mest dikevin
Û serjê dibin
Li wir ..
Mehîna siberojê
Di kosteka xwe de
Tî dimîne
Û bi karwanê pirpirînkên sîngê min re
Di nav pêpirkên nîvrojê de
Koça dawîn dike
 
Ma tu dizanî
Ku dergevanên evîna me
Di êşa xwe de
Fêrî helbestên bêzariyê bûne
Û bi segên berdayî re
Kolanên bê ser û binî
Dipîvin û parve dikin
Da di xewnên avis de
Çîroka me dubare nekin
Çimkî …
Min û te li ser lênûsa paşerojê
Nexşeya welatekî bi ber
Ji wan re dipejirand
Berî ku
Di nexşeyê de
Em bibin geştiyarên toz û dûmanê
7/7/2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….