Agahî JI RAYA GIŞTÎ RE ji Konferansa Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî

 JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTAN Û CÎHANÊ RE

Lı ser banga partî û tevgerên Kurdistanê, di 6-7ê Sibata 2016an de li Diyarbekirê bi beşdarîya derdorên siyasî yên cuda, partî û dezgehên civakî yên sivîl, akademîsyen û şexsîyetên serbixwe, Konferansa bi navê “Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî” lidarket. Komisyona Amadekar ya Konferansê dîtin û pêşniyarên ku di Konferansê de hatin pêşkêşkirin û munaqeşekirin jî da ber çav û biryar da ku van encaman bi raya giştî re parve bike. Konferansa me; Pirsa Kurd û Kurdistanê wek pirseke siyasî ya herêmî û navneteweyî dibîne û dibêje çareserî jî di mafê çarenûsîya miletê Kurd de ye.

Konferansa me, piştgirîya xebat û têkoşîna ji bo serxwebûna başûrê welatê me dike. Herweha, piştgirîya lêgerîna statuyekê ya rojavayê welatê me û piştgirîya têkoşîna ji nû ve geşbûna neteweyî ya rojhelata welatê me dike. Konferansa me dide diyar kirin ku di bingeha çaresernekirina pirsa kurd û Kurdistanê de siyaseta “yek dewlet, yek millet, yek welat, yek ala” ya dewleta Tirk dimeşîne heye. Her weha dide diyar kirin ku ev pirs bi metodên leşkerî nayê çareserkirin. Konferansa me bang li dewlet û hukumetê dike, divê ku dev ji şer û operasyonên li gund û bajaran û yên li “derveyî sînoran” berde. Divê hukumet heyeteke hevpar ku ji hemû beşên siyasî û civakî yên Kurdistanê pêk tê, wek muxeteb qebûl bike û di bin çavdêrîya garantorên navnetewî de dest bi pêvajoyeke nû bike. Ji bo pêkanîna maf û azadîyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me, divê gavên acil biavêje. Şerê çekdarî yê ku îro PKK dimeşîne û şerê ku di nav bajaran de berdewam e, xizmetê ji gelê Kurd û ji doza me re nake. Divê PKK dawî li van xendek û barîkatan bîne; divê dawî li vî şerê çekdarî yê li çîya û bajaran bîne. Konferansa me; li Gimgim (Warto), Farqîn (Sîlwan), Cizîr, Navçeya Sûra Diyarbekirê, Nisêbîn, Îdil û Şirnexê jibo maddî û manewî zerarên gelê me yê ji ber şer û pevçûnan cîh û warên xwe bi cîh hiştine, zerarek mezin dîtine, hatine kuştin, birîndar bûne, werin tezmînkirin û tedbîr bêne sitandin, bangî dewletê dike ku gavên acîl biavêje. Konferansa me; di vê pêvajoya dîrokî ya ku fersenda serxwebûnê hatîye ber derî de, bangî hemû aktorên siyasî yên başûrê Kurdistanê dike ku bi yekdengî, hêza xwe bikin yek. Herweha divê ku tevger û partîyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê jî ji bo tifaqeke neteweyî ya mayinde gavan bavêjin û rêveberîyeke hevpar ya leşkerî, aborî û siyasî pêk bînin. Konferansa me bang li Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Konferansa Îslamî, Parlamentoya Ewrûpayê, Yekîtîya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewrûpayê û gelên cîhanê dike da ku piştgirîya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo edalet, azadî û wekhevîyê bike. Konferansa me dide diyar kirin, di xebata qanûna bingehîn de -ku dîsa ketiye rojevê- divê ku wek alîyekî, dîtin û pêşniyarên hemû hêzên Kurdistanî jî werin girtin. Di qanûna bingehîn a nû de, divê ku nasnameya kurdî were naskirin, divê daxwazên neteweyî yên kurdan û statuya Kurdistanê tê de cih bigre. Divê kurdî di perwerdeyê de û di hemû dezgehên resmî de were bikaranîn û bibe zimanê resmî. Perwerdeya bi zimanê dayikê, azadiya ramanî û rêxistinîyê divê bi awayekî zelal di qanûna bingehîn de were parastin. Konferansa me dide diyarkirin divê ku hemû etnîsîte, ayîn û bawerîyên cuda yên li Kurdistanê dijîn bikaribin bi awayekî azad xwe îfade bikin û mafê wan bi qanûna bingehîn were misogerkirin û parastin. Konferansa me bangî gelê Tirk dike ku li hember siyaseta şer bêdeng nemîne, helwestê bigire. Em nirxeke mezin didin kesên ku li dijî şer in û piştgiriya gelê me dikin. Konferansa me ji bo van raman û daxwazên ku di daxuyanîya encama konferansê de hatine diyarkirin pêk bên, wezîfeyê dide hemû partî û tevgerên siyasî yên amadekarên Konferansê, da ku bala raya giştî bikşînin û bi dem û dezgehên peywendîdar re têkilîyan deynin.
06/07 Sibat 2016
Komisyona Amadekar ya “Konferansa Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî”

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…