Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya Kurdistan

Konê Reş
Ezbenî! Wek ku min sozdaye we, her roj kovarekê an rojnameyeke Bedirxaniyan ji bo we belav bikim û wiha ta ku em bigihêjin rojnameya dayik (KURDISTAN).
Belê werin em îro, berê xwe bidin mîr Sûreya Bedirxan û rojnameya wî (Kurdistan), ewa ku di sala 1917an de li Misrê, bajarê Qahîre bi zimanê kurdî û tirkî weşandiye. Wî jî bi weşandina vê rojnameyê re, daye ser şopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û Abdurehman Bedirxan.
Hêjaye gotinê, ku mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di şanda Şerîf Paşa bo kongreyê (Sîverê1920), mezin bû û her wiha rola wî mezin bû jî, di avakirina komeleya Xoybûnê de li Libnanê sala 1927an.
 
Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû. Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Konê Reş, Qamişlo, 19.04.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…