PÎROZBAHIYEK JI JINAN RE

Vejîna Kurd
 
   Di nirxandina pêşketina miletan de, rêzgirtina mafê jinê pîvaneke zor giring e, miletê ku rola jinê piştguh kiriye û bi ezeziya nêremejîtiyê civaka xwe ava kiriye, ew kulek maye û tucarî pêş neketiye, ji ber ku rola jinê di pêşketina mirov, malbat û civakê de zor pêwîst e.
  Miletê Kurd yek ji miletên cîhanê ku heya roja îro xebata hebûn û bicîkirina nasnama xwe ya netewî û azadiyê, li hember nijadperest û desthilatên şûfen dike, jina Kurd jî, nemaze di van salên dawî de, bi hemû hêz û vîna xwe beşdarî vê xebatê bûye, di baweriya wê de ye ku azadiya welêt û ya jinan ji hev cuda nabe.

Welatê ku beşek ji pêkhateyên wî bindest û ne xwedî rol be, ew tam rizgar nabe, lewma jî jina Kurd bi mêrê Kurd re, mil bi mil, pêvajoya vê xebatê pêşve dide. Bêguman, lehengiya YPJ ji tevahiya cîhanê re bûye mînak û bandoreke mezin li ser şoreşa Kurdistanê kiriye.
  Îro em dibînin ku jina Kurd bi xwîna xwe nexşeya welêt li ser gozemînê nîgar dike û serkeftinên mezin bi sîngê dîrokê ve dadiliqîne…
  Belê.. Îro jina Kurd, ji bo bicîkirin û teqezkirina hemû mafên xwe yên rewa têdikoşe. Bêguman gelek pirsgirêkên çanda kevneperestiyê li pêş wê hene, lê ew bi zanîn û hişmendî bervaniya hebûn, azadî û mirovatiya xwe dike…
Xebata jina Kurd xebata gelê Kurd e, em serkeftinê ji  wê re hêvî dikin û 8ê Avdarê, Roja Cîhanî ya Jinan li xwe, wan û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

Ev gotara seretayî ya hejmara 15an ji rojnama REWŞEN e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...