Helbest u pexşan

Qamişlo! Bitirsim ku te ji min bidizin..!

Konê Reş
 
Sibe ku ez berê xwe bidim oxirê,
Ezê te bi xwe re di gelek balafirgehan re
Derbas bikim..
Te ji ber çavê çeteyan
Veşêrim..
Bitirsim ku te ji min bidizin..!
Tu jî baş,
Xwe di nav damarên dilê min de
Veşêre..
Dil mezin e û cih fireh e.
Qamişlo!
Ez xweş serwextî dîroka te me;
Gelek kerwan di rêkên te re
Derbas bûne..
Lê her deşta Hesinan, deşta Sinceqê, Beriya Mêrdînê,
Çiyayê Bagokê, Kepezê Kîkan û Kewkebê Milan,
Wek xwe Kurd mane..
Erê.. Her wek xwe Kurd mane..

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…