Dr. Silêman Lehengek ji lehengên Welatê Min e

Konê Reş
 
   Mirov ji ber xwe
ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek
derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî derbas neke,
ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.
  Gel jî mirovên ne
leheng nake leheng. Heger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel
bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya
xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok.
  Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hişê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di zindanan de, di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane..
  Lê wek nimûne, ez Dr. Silêman Çurukaya wek lehengekî gelê kurd dibînim û van gotinan wek wefadarî ji giyanê wî re pêşkêş dikim.
  Dr. Silêman Çurukaya, yê ku di roja 30-10-2016an de nûçeya şehîdbûna wî li Kurdistanê belav bû, Kurdistaniyan jî, bi kul û xem ev nûçe pejirandin.. Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kir. Ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawî, anku tev buharên temenê xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin di ber Kurdistanek axad û serbixwe de derbas kir.. Û ji bo vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên kurdistanê ve dihat girtin û jiyana wî di mişextî û zîvariyan de derbas dibû.
Erê, Dr. Silêman Lehengek ji lehengên Welatê Min e.
Qamişlo, 07.11.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…