Du Durûtî:

Ezîz
Xemcivîn
 
1
Ew Kesên ko li dijî
piştgiriya birêz Demîrtaş derdikevin bi behaneya (PKK û PYD) û mijarê bi hev ve
girêdidin ji bo Girtiyên Rojavayê Kurdistanê, li gora ko ez dibînim ev pir
şaşîtî ye, çimkî (HDP) an çi Kurd be li bal Dijmin ew her Kurd in..
Mijara Tirkan dijayetiya çi Bihn û Bayê Kurdayeîtiyê ye.
Eger hinekan ji HDP helwestin li dijî Kurdistanê dane û avakirina dewleta Kurdî
îro roj heman ew Kesanan bi destê Mît û Leşkerên Tirkan li Kolan têne
kişkişandin û êşkence kirin.. 
Ev tê çi Wateyê?
Eger tu Kurd bî, tu Kurdistanê bixwazî an nexwazî, tê her û her amanc bî.. ya baş tu serê xwe ji Dijminên xwe re neçemîne û bibêje: Ez Kurdistaneke serbixwe û azad dixwazim.
Demîrtaş û hevalên xwe Simbolin Kurdî de ne û lidijî faşîstên Tirkan em dê piştgiriya wan bikin.
2
Ew Kurdên ko Hêsiran li ser girtina Endamên HDP dibarînin û ji bo wan derdikevin Xwepêşindanan û Kolanan dihejînin bijî ji wan re ez bi xwe jî digel wan im, lê dixwazim ko ew Kêlîkekê tenê bi hestên Zarokên Girtiyên Kurd di Zindanên PYD de biramin, bi Hêsirên wan Zarokên bendewar li hêviya Bavên xwe yê ko di Zindanên birayê xwe de girtîne. Ma gelo Qamişlo nêzîk e an Amed.. 
Yên li Amedê têne girtin bi destê Dijminekî faşîst e, lê yên ko li Qamişlo, Kobanî û Efrînê têne girtin bi destê Kurdan e..
Azadî ji bo hemû Girtiyên siyasî ko bêsûc hatine girtin..
 
06.11.2016
Ezîz Xemcivîn
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…