Fîlê Emerîkî bi ser ket tirs bi Hirçê Rûsî ket!

Lazgîn dêrûnî
 
Wek ku em dizanin du partiyên sereke di Emrîka de hene ,yek partiya
demoqratîk û ya din partiya cimhûrî,ev herdû partiyên han hevberkiyek dijwar di
navbera wan de ji bo desthilatê heya û şensê wan ne dûrî heve di vê derbarê de
,carna Demoqratîk bi serdikevin û carna Cimhûrî bi serdikevin ,lê cudahiyek
xuyayî di navbera herdû partiyan de heye di siyaseta jiderve de ,dibêjin
partiya Pemoqratîk ya Kevokan (aştiyane) û dibêjin partiya Cimhûrî ya Bazan
(cengane) .
 Piştî cenga cîhanî ya duyemîn du hevbendî yên sereke pêkhatin yek hevbendiya Nato bi seroktiya Emerîka ya din hevbendiya Warso bi serokatiya yekîtiya Sovyetî û herdû hevbendî ketine hevberkiyekê de jêre digotin Cenga sar ,wê Cengê berdewam kir heta sala 1985 an dema serokatiya Ronald Rêgin yê ji aliyê partiya Cimhûrî ve ku pesteke mezin li hevbendiya Warso kir û bi teybetî li yekîtiya Sovyetî di dema Gorbatşof de û ew  di sala 1991 an de het  ruxand û rola wê lawazkir di Cîhanê de û cenga sar bi dawî bû ku Emerîka bû hêz û aliyê yekemîn di Cîhanê de,vê yekê gelek pirsgirêk di Cîhanê de guhertin û bi teybetî di Rojhilata navîn de,yek ji wan derxistina Sedam ji Kweytê di dema Corc Boş yê bav de û dorpêçkirina Rijîma basî lê piştî ku Bîl Klînton yê demoqratîk hat dîsa sistayî di vê derbarê de kir heta dema Corc Boş yê kur yê Cimhûrî hat û biryara ruxandina rijîma Sedam da û ew ji kokê birî bê ku Rûsya karibe li hember rawestê ,û pirojeya  Rojhilata Navîn ya nû danî ,lê mixabin piştî ku dîsa partiya Demuqratîk bi ser ket û Barak Obama bû serokê Emerîka disa sistayî kete siyaseta Emerîka ya jiderve de û hêza xwe ji Îraqê vekişand û destê El Qaîde lê berda .
Piştî bihara Erebî dest pêkir Emerîka bi rola xwe wek dewletek bi hêz ne rabû ji vê yekê hin bi hin Rûsya rola xwe xurt kir û bi teybetî di nava Sûrî de û bû weke dagîrker û bi top û firokê xwe gelê Sûrî dikuje ev bû şeş salê temam, bê ku Emerîka kari be li hemberî wê rawestê, ew Emerîka ku hêza yekemîn di Cîhanê de çawa îro nikariye biryareke xurt û hişk di derbara  rijîmeke wek ya Sûrî de bistî ne.
Îro piştî ku dîsa partiya Cimhûrî bi serket û Tiramp bû serokê Emerîka tirs bi Rûsya ket û wê sed hesabî bike û wê gelek heseb û pirsgirêk werin guhertin bi teybetî di Rojhilata Navîn û Sûrya û Îraqê û gelek dewletên din de wek Îran û Tikî û hin dewletên Erebî yên ku piştgirtiya gurûpên terorîst dikin .
 
10.11.2016 Swîsra
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…