Salihê Kevirbirî Pêşmergeyekî Bajara ye

 Konê Reş 
Bi min xweş e ku ez bi
van çend gotinan baweriyên xwe derbarî Salihê Kevirbirî û nivîskariya wî a bi
zimanê kurdî bînim ziman û dewla xwe di ava bîra wî de dakim.
 Salihê Kevirbirî, evê ku ez wî ji berî 20
salan ve nas dikim, wek evîndarekî ziman û rewşenbîriya kurd a resen kar dike..
Ez nivîsên wî dişopînim û kêfa min ji pirraniya berhemên wî re tê..
Kurdewariyeke ji kezebê di pêvajoya wî a nivîsandinê de dibînim.. Ez ne şaşbim ew jî dikeve nav rêza  pêşengên kurdan li bakur, yên ku bi kurdî dinivîsînin.. Bela kes bawer neke ku ez pesnê wî didim, belê ez pesnê çalakî û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re didim..
Nivîsandina bi kurdî jêre armanc e.. Nivîsandina wî a bi kurdî jî, xweş nîşane ji mêraniya wî re.. Erê mêranî.. Di baweriya min de, di roja îro de, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne ew mêre.. Ez wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêşmergeyên bajaran dibînim.. Erê birano, ne tenê pêşmergeyên serê çiyayan mêr in.. Eger dîroka berxwedana me a hebûnê; man û memanê bi pêşmergeyên serê çiya û tivinga wan  hatibe naskirin, roja îro hewcedariya me a nû û giring bi pênûs û xamê ye, bi pêşmergeyên bajara ye.. Ewên ku zimanê me diparêzin, bervedêriyê di ber zimanê me de dikin, bi zimanê me dinvîsînin û bi zimanê me his û hasten xwe dertînin û dibêjin; Kurd im, aştîxwaz im, welatê min Kurdistan e..
Belê birano, di vê biware de ez Salihê Kevirbirî yekî ji wan pêşmegeyan dibînim, ji ber ku wî, tev jiyana xwe ji ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel re terxan kiriye.. Ta niha dor 10 pirtûkên wî li dor rewşenbîriya kurdî hatine çap û belavkirin.. Bawerim 7 ji wan bi zimanê dayika min û we ne.. Her wiha wî bi dehan gotar, hevpeyvîn û raportac li dor kêşeya me di media kurdî de belav kirine û her berdewam e..
Ez karê wî û karê kesên wek wî, yê mêran dibînim.. Wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Ew xweş nimûne ye ji xortan re.. Bihêvîme ku xortên me bidin ser şopa kesên wek wî.. Serketinê ji bo we tevan hêvî dikim.. Û ji kak Salihê Kevirbirî re hêviya berdewamiyê dikim. Bêtir Mamoste Salihê Kevirbirî li ser berhevkirina serpêhatî û folklora kurdan dixebite. Û di van deh salên dawî de karîbû bi têr û tesel nivîskar, zanyar, rewşenbîr û welatparêzên kurd li Sovyêta berê bi me bide naskirin.. Ji pirtûkên wî yên çapkirî: Karapêtê Xaço, Hevîrtirş, Filîtê Quto û Teyîba Min û gelekên din..
 Konê Reş Qamişlo, 17/11/2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…