Kongirê Riyad Û Lawazbûna Şanda Kurdî

Salar Salih

Hat xuyakirin ku kongirê rikberiya sûrî yê ku li Riyadê paytexta Sûdiya Arabî di 8 ê meha borî de hat girêdan, armanca serekî jê ew bû: civandina rikberiya Sûrî di bin yek sîwanê de, û herweha danîna nerînek siyasî yekbûyî ji rikberiya sûrî re, berî ku danûstandin di navbera rikberiyê û Rêjîmê de dest pê bikin, piraniya frakisyonên rikberiyê û girûpên çekdar hatin vexwendin bo kongirê Riyadê, kwalisyona sûrî ya hêzên şoreşê û rikberiya sûriyê yek ji wan frakisyonên sereke bûn yên ku hatin vexwendin, encûmena niştimanî ya kurd li Sûriya (ENKS) beşeke ji kwalisyona sûrî , lewra ew jî di kongirê Riyadê de beşdar bû, lê bi rêjeyekê pir kêm tenê bi du endaman beşdar bû, û ev yek tê wateya lawazkirina şanda kurdî, û bi giştî pênc kesayetiyên kurd li kongirê Riyadê amadebûn ji hejmara 104 kesayetî ku wek nûnerên rikberiya sûrî hatin vexwendin,

 ev hejmara kêm ji kesayetiyên kurd yên beşdar pilankirî bû û ne jiber xwe ve hat, eger em bêjin rêjeya kurdan li Sûriyê 15% ji miletê sûrî ye, lewra gerek bû  16 nûnerên kurd di vî kongirî de beşdar bibin , û eger em vê hejmarê li ser ENKS û TEV-DEM ê û kesayetiyên serbixwe parve bikin bi kêmanî gerek bû, heft nûnerê ENKS di kongirê Riyadê de beşdar bibin, lê ENKS tenê bi sê nûneran beşdar bû, lawazkirina şanda kurdî bo kongirê Riyadê bi xwe pilanek bû , hinek hêz di rikberiya sûrî de li dûv in, bi taybet hin frakisyonên şovînî ku hîn bi nerîna rêjîmê li mafên miletê kurd dinerin, lê di heman demê de destê dewletên herêmî yên ku kongir bi serperiştiya wan hat girêdan têde heye, û hîn ev dewlet jî hewildidin ku pirsa kurdî binpê bikin.
Ya din jî şanda kurdî nikarî bû belgeya ku bi kwalisyona sûrî re emze kiribû li ser frakisyonên beşdar di kongirê Riyad de bisepênê, û hat xuyakirin ku kwalisyon bixwe bergîriyê di ber mafên kurdan de nake, û ew ne cihê piştgiriyê ne, lewra gerekbû ku şanda kurdî zextek li frakisyonên beşdar kiriba ta ku mafên netewî yên miletê kurd di belgeya siyasî û daxuyaniya dawî ya kongir bicih bike, lê xuyakir ku hîn ezmûna siyasetmedarê kurd di kongirên ji vî astî ve pir kêm e, lê kongirê Riyadê ne xala dawî ye di çareserkirina qeyrana sûrî de, û riya danûstandinê hîn dirêj e, herweha wê şer li ser xaka sûrî berdewam be ta qunaxek baş dirêj, di vê rewşa sûrî ya aloz de, divê ku kurd berdewam bikin di aliyê danûstandinên çareseriyê, jiber ku tu bijardeyên dîtir li ber ENKS tune ne, nemaze piştî ku rêkeftina Dihokê têkçû û PYD desthilata yekalî bi hêza leşkerî sepandî ye, û desthilatek hevpar bi ENKS re napijirîne, herweha jî lêvegera siyasî jî têkçû jiber ku herdû hêzên serekî di lêvegerê de xwedî du pirojeyên cuda ne, lê tê xwestin ji nûnerên kurd di van kongir û danûstandinan de ku xwedî giraniyekê bin û bi xurtî bergîriyê di ber mafên netewî yên rewa ji miletê kurd re, çiku ew nûnerê miletê kurd in wek pêkhateyek sereke ji pêkhateyên sûriya, û dewletên mezin niha tu çareseriyê ji sûriya re bêyî kurdan napejirînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…