ŞAHÊ XEM BAR

  Wenda Şêxo

Ey şahê xem bar
Bazikên xwe veke
Li ser peravê dilê min….
Bibe keskesor
 li giyanê min….
kewê sermest
awaza bixwîne
wek xunavê
li buhara dilê min

bi bare…
Ta ku gulê
gerdûnê geş bibin
û arê bihrîkirinê
vemrîne….
seydayê gotinan
bibare wek solavan
yan jî wek tîpnên
ji roniyên ristîn
û bibe çirûskên
geş ku giyanê min
bi lerizîne
û xarîfkên bihrîkirinê
dagire ji ramûsanan…..
ezim periya ku ji çîya yê
nêrgizan  hatî xwarê
xwe li zeviyên  û
sênga te danî
 lê te sedê şoreşan
di dilê min de tev rakirin
û te yek jî ji wan

 venemirandin………

7/2008 Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….