Tilîyên ku di nav xwîna xwe de sor vedane..!!

hisên ehmed

Weke nuh çêbûyekî biçûk digere, di vekolînên xwey pêşî de, dixwaze bi rabûnekê re, Demekê bi dîwarê nasîna cîhanê ve bigreWeke pîrozekî ku di nav bêgunehîya xwe de mabe,bi lez dikeve
Radibe ku bilindbûna bejna xwe xuya bike
Ta ku ji windabûna xwe, xwe şiyar bike
Ta ku xwe ji xewn û reşkên şevan şiyar bike.
Ta ku ji ê wekî xwe re ,dest bi çîrokên heyamên berê bike,ê ku her dem bi tevgerên xwey veşartî haziere.
Hepkî diraweste, û bi gotinin tevlihev û bê fêde pirsan  li xwe vedigerîne. 
 da ku mirovatiya xwey paqij ji xelkê re nîşan bike. 
di cihokên qermîçokên riwê wî de tirs, şek û bele kom kirine. 
berxwedana wêrakirina bê rehm nîşan dike
Bê rawestandin li laşê xwey ku di tarîyê de winda bûye digere.  
 li perçe û hestîyên mirovatîya xwede vedikole.di nav bahozan sazkirî de,di xaçe rêkên çiya de,divê çola xayin de, li tilîyên xwey jêkirî digere.  
 ji nişkave,bi dengekî bilind, bang li êşa xwe dike. 
 ta ku pîlanên wan li himber mûmên ji dayikbûna xwe vemrîne. 
  ta ku bejna xwe rast bike, û wan daqûl hatinên xwey berê keşef bike.    
û xwe ji wan dahatinên xwey bê jimar,vegerîne
 û ji nûv re,di riyin din re,bi lez vegere. dengvedana azarîyên xwe destpê bike….!!!

Werger:  memuzin.info

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…