Mehmûd Badilî (Endamê komîta Amadekar )
Belê, li gorî şopandina me ji karê komîta amadekar re, çi biryarên ku me di civatên xwe de dabûn, bi rêk û pêk me ew biryar bi cih anîn, me ( 108 ) helbest çi yên bi dest û çi yên di rêya Emaila mehrecanê de ji me re hatin, me ew wergirtin, du fayl yek bi navê helbestvan û nemre û yek tenê nemre û sernavê helbestê me li cem xwe amadekir, û piştî ku me komîta nirxandinê hilbijart ji heft kesên bi nav û deng (Xelîl Sasûnî, Mehmûd Seberî, Dr. Ferîd Se`dûn, Xalid Mihemed, Arşek Baravî, Ibrahîm Xelîl, Reşîd Ebas) me ew fayl her helbestek nemreya wê li ser û bê navê helbestvan, da destê her yekî ji van kesên ku hatin hilbijartin bo nirxandina helbestên beşdar.
Bêguman hilbijartina komîtek kawir bo nirxandina helbestên ku beşdarî mehrecanê bibin, pêngavek nûbû derbarî helbesta kurdî sebaret bi mehrecanên ku berê lidarketibûn, ev jî sedemek wê hebû, ji ber çend mehrecanên ku vê dawiyê lidarketin; bi rastî, ez dikarim bêjim me gelek kesên helbestvan têde didîtin lê mixabin kêm helbestan guhê me dilivand, wek nuha em li ser rûpelên Entenêtê wêneyên gelek helbestvanan dibînin lê em helbestê nabînin, ji hêlek dî ve, me sê xelat destnîşankirin, yek jê xelata rêzgirtinê wek her car ku dihat dan bo helbestvanekî xwedî nav û ked di nêv milet de, û du xelatên dî, yek bo çaktirîn helbesta serbest a nûjen û yek bo helbesta kêşesaz a kevneşop, ev jî gavek nûbû daku em rê li pêş ciwanan vekin û em di rêya nirxandinê re asta helbestê bilind û xweşik bikin.
Tevku mehrecan bi serkeftin lidarket, lê hin şaşî û gêmasî ji hêla komîta amadekar û komîta nirxandinê ve çê bûn, ji xwe çi kar bê şaşî derbas nabe.
2- Hema yek ji endamên komîtê, pileya ( yekê ji sedî ) daye ( 43ê ) helbestên serbest yên nûjen, û ew ne helbest hijmartine, û ew bi helbestên serberdayî bi nav kirine, li hember vê yekê hin helbestên dî yên serbest û nûjen pileyên bilind daye wan di bin navê ( helbesta serbestî kêşesaz de).
3- yekî dî, helbesta serbest û ya kevneşop bi yek xanxanokê pêvandiye, dema ku helbesta kevneşop pîvanên tayebet pê heye, û ya serbest jî wisa, di vê rewşê de heger pileya bend û terazûyê (10 ) be, li vir helbesta serbest bi koneyî dehek jê firiya û pileya wê ma ji ( 90î).
Em bi hevê ne, ku di mehrecanên bê de komîta ku bê hilbijartin bo nirxandina helbestên beşdar hay ji va şaşiyan hebe, û baş xwe di xwendina helbestan û têgihiştina naveroka wan de biwestînin, û bi çavê hêwedariyê helbestê nenerxînin û helbesta kevenşop di ser ya serbest re negirin û nekevin di bin bandora soziyê de, ji hêlek dî ve babeta helbestê tekane hestên wan nerevîne, û nekevin di bin şerm û fediyê de û li nava negerin.
û karê ku hat kirin, û keda ku hat xerçkirin, qet winda nabe, û tev cihê rûmet û rêzgirtin û spasiyê ye.
Û di rojên bê de, emê hewlbidin ku hemî helbestên beşdarî mehrecanê bûn, li ser rûpelên malperên kurdî belav bikin.
Sibehên we tev gul bin
Salên we tev helbest bin.

Şîrove (0)