Hozanê Girkundêşev ji girîyêmingêj dibe
Min di pêçe himezate
Roj ji hêsrê min lal dibe
Dilorînim evîna te
Bihna te min serxweş dike
Min sardikî dîtinate
Tevna xema min di rêse
Her dimînim li hêvya te
Wek leylanê Xapînoke
Nabim felat ji eşqa te
Li asoyên dirêj û dûr
Tîrêj dibe wî porê Te
şev temenê Min didize
Belê Nabînim bejna te
Tu xweş dizanî dîlberê
Sofîme li mehraba te
çendî ez mey noşê te bim







Şîrove (0)