Ji ber vê lêvegera Kurd li Sûriyê bûye pêwîstiyek dîrokî, kar û xebatek îjdil jê re divê. Ev ustbariya hemî baskên bizavê û fereziyên serbixwen e. Lê, mixabin hin partî kurd hene, ji kiryarên wan tê aguhdar kirin, her rojekê li hêlek tevgrê radiwestin û bi deruşmên xwe yên germ, bi pêş dîrokê dikevin û tim dûrî karên hebeş in, pozbilidiyek pûç û lûç li serê partiyên din dikin, bi çi awî be û li ber kîjan nêrîn, diruşman û pêşniyaran be lihevkirina kurd ji hev dişmitînin û yasayên diblumesiyê û danstandinê nizanin biparêzin, jê re ne dilsoz in. Li vir ji partên serek û gavên pîvayî davên tê xwestin, xwe bi ber bayê wan nexin û doza karên hevbeş bi wan re bikin. Kevir û kelemên li ser riyê rûniştina kongirekî netewî kurdî çê dikin. Di doza rûniştina kongirê netewî bikin û wê bajon serî ta ew lê beşdar ne bin jî. Ji ber ku rojên tên, li me netên piyar kirin (rihmê) û barê guhartinê li me giran dibe, derengî û dûrxistin netê pejrandin.
Li rex têkiliya kurd xwe bi xwe û hevdana mala kurd, milet û tevgera kurd têkilî bi gelên Sûriyê din re pêwîstiyek mezin e . daku miletê û tevgera Kurd li Sûriyê, li gor rewşa êsta û nêrînên cîhan û herêmê dijî û tê re derebas dibe, divê baş hûrikên wê binasin û bi rastî jî hebûna Sûriyê weke niştiman ji xwe re bibînin û jê re dilsoz bin û bipejirînin . Divê daxwaz û gavên me pir pîvayî bin, dûrî derûşmên qelakirî û sergerm bin yên xizmeta deslatê û erebên çavteng dikin pirtirî doza gelê Kurd bikin.
Li ber nêrîna hemwelatiyê û Sûriyê welatekî hevbeş ji gelê wê re û em Kurd wek miletekî xwedî maf bi kesên ne Kurd xwe bidin nasîn, ku ew li rex mafê me rawestin û erê bikin . Em hebûyên Sûrî bi hemî kakilên xwe, çi netewî, û çi olî û rêzanî… hebûna hev rêz bigirin û ramana demukratiyê biçînin, ku bi hev re bijîn . Ev erk û ustbarî gelek giringin e. Divê em biramin çi li hindir, çi li derve dostan, ji doza xwe re pir bikin . Ji ber vê, belgeya mafê gelê Kurd yê ji hêla tevgerê ve erê bûye , li gor dema niha li pêş e.
Têkiliya tevgea Kurd li Sûriyê, bi rêxistin, partî û komelên mafê mirovan re zû bi damezrandina danezana Şamê ber girt, ew jî gavek durist e li ser rê ye. Deriyê xebatê li ser piştê ji tevgera Kurd re vebû, pê re erk û ustbarî jî bilind bûn. Divê em jî bi qaserî wan bin, ji ber ku em ji sibe deshatdarên Sûriyê ne.

Şîrove (0)