Kovara W Hejmara 19’mîn Derket

 Bi kêfa biharê
Bi Coşa Cejna Vejînê
Bi germahiya agirê Newrozê em dîsa dibêjin merheba!
Xwendevanên hêja;
Me xwest ku em bi vê hejmarê rengîniya biharê û coşa Newrozê bi nivîsên nivîskarên kurd bigihînin ber destê we û bi wateya roja nû di kovara xwe de jî nûbûneke biharî çêbikin. Pêşiyê hejmara rûpelan zêde bikin û rengê pênûsa nivîskarên nû li ser rûpelan pêşkêşî we xwendevanên hêja bikin.
Di vê hejmarê de gelek nivîs ji xwendevanên me hatin. Kovar dibe hêza teşwîqkirina nivîsînê, ev yek ji bo me kêfxweşiyek e. Ev, hêzê dide me ku em kovara W(e) hîn bi coştir û xurttir pêşkêşî we bikin.
Xwendevanên hêja;
Em bi vê kêfxweşiyê dixwazin cejna jiyana nû Newrozê li we pîroz bikin û bibêjin roja 8’ê Adarê li tevahiya jinên kedkar û têkoşerên azadiyê pîroz be.
Bêguman em 16’ê Adarê jî jibîr nakin… Wê roja reş, roja ku ewrên reş û tarî bi ser jin û mêr, zarok û pîr û kalên Helepçeyê de mirin barandin… Wê rojê dilê gelê kurd tevî êşiya, xwîn rijiya ji kezeba me tevan… Îro hêviya me ew e ku ew rojên Helepçeyî careke din li me venegerin… û 16’ê Adarê ji roja reş derkeve bibe roja mizgîniya azadî û serxwebûnê…
Xwendevanên delal,
Me hewl da ku em bi vê hejmarê hindik be jî pêdiviya her xwendevanê/î bibersivînin. Me di vê hejmarê de rûpelên kovarê wekî gul û kulîlkên biharê ji berhemên wêje û hunerê dagirt û xemiland. Me di serî de bi dosyeya li ser mijara; “Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz” ê rûpelên kovarê dagirt. Me bi vê mijarê xwest ku hindiktirîn be jî lîteratora wêjeyî, çandî û hunerî ya Newrozê em çêbikin. Niviskar û helbestvanên hêja yên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Pîremêrd, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Eskerê Boyîk, Jan Dost, Seyîd Feysel Moctevî, Ronî War, Rizoyê Xerzî û hyd. bi helbest û pexşanên xwe cih girtin.
Ji bilî dosyeyê hevpeyvîna bi Mîrê Bilûrê Egîtê Cimo re ji aliyê Serwet Denîz ve hate kirin. Aram Gernas bi nivisa xwe ya li ser çanda rexne û rexnegiriyê balê dikişîne ser rêbaza rexnegiriyê. Adar Jiyan jî bi dumahiya rêzenivisa li ser wêjeyê Bizavên Wêjeyê rave kiriye. Cîhan Roj bi helbesta xwe ya hêja, Sîpan Xizan bi helbesta şêweyê klasîk “Ala Serhildan” û niviskarên me yên din; Selaheddîn Çam, Ehmed Osman, Selmet Guler, Amed Çeko Jiyan, Dîlan Aydin, Omer Dilsoz, Recep Dildar, Welat Dilken, Şêrko, Azad Ronak-bar, Bakî Boga, Evîndar Stêrk, Aydın Orak, Mêrxas Ronî, Nora Ez, Şivan Ar, Abdullah Oral, Reyhan Sarhan, Nesrîn Navdar, Hogir Berbir, Koçer, Behlûl Zelal û Hilmî Akyol bi helbest, pexşan û berhevkirinên xwe rûpelên kovarê xemilandine.
Di vê hejmarê de hin niviskarên me bi du berhemên xwe cih girtine. Ji ber ku dosye û nivisên derveyê dosyeyê ji hev cuda ne me guncaw dît ku em wan biweşînin.
Heta hejmara 20’an her bimînin di xweşiya wêjeya kurdî de…

Naveroka Hejmara 19’an

n Ji Edîtor ……………………………….2
n Dosye: Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz / Azad ZAL – Enîse ŞÎRÎN …….3
n Cejna Evîndaran û Newroza 2708 / Îkram BALEKANÎ ………..4
n Newrozî martî 1948 / Pîremerd ……………….5
n Di Mem û Zînê de Newroz / Ehmedê XANÎ ……………..6
n Newroz e li welatê min / OmerDilsoz ……………7
n Bîst û Yekê Adarê / Seydayê TÎRÊJ …………………7
n Newroz û Pîroziya Newrozê / Azad ZAL ……………………….8
n Newroz e / Helbest: Cegerxwîn – Muzîk: Aramê Dîkran ……..8
n Di nava Kurdên Ezîdî de Newroz / Tîmûrê XELÎL…………9
n Sînem û Cejna Newrozê / Jan DOST………11 
n Newroz / Cankurd…………12
n Di Hişmendiya Me Kurdan De Yekem Nîşaneya Neteweyiyê / Semra OZBEY ….12
n Kurmê Şîrî Heta Pîrî / Aram Gernas………..13
n Newroz im / Eskerê BOYÎK…………………14
n Agirê Newrozê / Xamevan …………………….15
n Newroz / Seyid Feysel Moctevî …………….16
n Nêrgiza Welat / Arşek Baravî ……………16
n Ji Salên 90’î Li Cizîrê Newroz / Bahaeddîn ROBAR ………..17
n Gula Bihna Xwe Avdan / Ayten ÇAÇAN …………..18
n Her Bihar / Mizgîn AYDIN……………..19
n Newroz / Berken BEREH………….20
n Pêtal / Ronî WAR ……………………21
n Xwezî ez bikaribim êvara Newrozê li Qamişlo û roja wê jî li Amedê pîroz bikim / Rizoyê Xerzî……..23
n Sembola Raperîn û Serfiraziyê Newroz / Adar JIYAN …….24
n Dilberê Îro Seher Avête Cergê Min Du Dox / Melayê Cizîrî……..27
n Awaza Zozanên Elegezê Egîtê Cimo / Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ …..28
n Rexne / Aram Gernas ………………….35
n Wêje: II, Bizavên Wêjeyê / Adar Jiyan ………………38
n Riya Dûr / Selahedîn ÇAM …………………42
n Strana Vegerê / Ehmed OSMAN……..44
n Liqatvan / Selmet GULER ………………45
n Firotin / Amed Çeko Jiyan……………….48
n 8’ê Adarê / Dîlan AYDIN ………………..49
n Çavreş; li reşeçavên xwe min bisitirîne / Omer DILSOZ ……51
n Balîf, Xewn û Xeyal / Cîhan Roj …………….54
n Jana Şairekî Amedî / Receb Dildar ……………..56
n Me ji bîr nekir / Murathan Mungan ……………….57
n Biyan im / Welat Dilken ………….59
n Lêvên Tîmayî / Şêrko……………..60
n Ma ne bes e! / Azad RONAKBAR ………………61
n Çi bû ji me can! / Bakî Boga ……………62
n Ala Serhildan / Sîpan Xizan ……………..63
n Evîna Xewna Min / Evîndar Stêrk ……………64
n Lêgerîna Bê Bersiv / Aydin Orak ……………..65
n Lêê Yarê! / Mêrxas Ronî ………………66
n Tu Çi Dibêjî? / Nora Ez…………….67
n Hejarê Rewan / Şivan Ar …………68
n Bextreşî / Abdullah Oral ………….69
n Li wê kuçeyê / Reyhan Sarhan ………….70
n Bendewar im / Nesrîn Navdar ……………… 71
n Çîroka Keçel û Apê / Berhevkar: Hogir Berbir…….. 72
n Methelokên Gelêrî / Berhevkar: Koçer…………….74
n Jina Bi nav û Deng / Berhevkar: Behlûl Zelal ………….75
n Dengbêjek û Stranek Şêx Huseyn / Amadekar: Hilmi Akyol ………….. 78

n Pirtûkxane ………….. 80

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…