Êdî divê bizanin

SALIH DEMICER

Êdî divê bizanin ku
 Heye li vir   
 Çinarek e seyr
Rehên wê ji hişkbûnê  bêparin
 Heye li vir
Çivîkek e cegerdar  
 Serma û bayê tûj
bi baskên wê nikarin
Karxezalek e dilbijokî

pêgên hedan û dilrûniştinê dişopîne
 di newalên qeşagirtî de
nalîna wê
 vedeng e ji bêhnên geş û…
 azadiyê re  
êdî divê bizanin ku
bi qamçiyan
qamîşên te nakevin
 evîndara jiyanê  û…
 xwediya wî giyanê
ku ronahî pîskek e  jê
êdî divê bizanin
kujer û koremar
dolên tarîtî û şevê
yên şev û rojên te disincirînin
kulî û xişindeyên  
 li bêndera te dihêwirin
divê bizanin
ewên xençeran di pişta te de
 dadiçikînin
 Gulleyan di bedena te de diçînin
Mihemedên te dikujin
di çal û di newalên nizim de
 Xefkan  ji tere dihûnin
ewên ji keskesorên te kiz dibin
ey demsala keras şîn
êdî divê bizanin ku

lekeyên  şînê
 xemla  te venaciniqînin
pêtagên dilreşiyê
bişirîna te naçikînin
 bagerên zînatê
 Pêlên pêdar ji çavên te naweşînin
 gulleyên kînê
sor henarên te namaşînin
 zîpikên ziyanê
Xunçe û pişkok û gulbuharên  te
 natirsînin,
zûrezûra û  gurintiyan
hîrehîrê ji gewriya kolanên te
namiçiqînin
êdî divê bizanin
 Qamîşloka   Dê
ku darê zorê kariba  
wê çiya
li hember bayê kur tazî bima
kanî ji dilê keviran der nedibû
giyayê jar
 ne dikarî mofirkên latan biqelaştana
kulîlka terr
nediwêrî nêzîkî pirêzeyên stiriyan biba
da li banga hetavê were
qeşa  di bin hêrs û kela sîng de  nedisojî
şikefta  tarî û qerimî
bi keleboxa xewnan germ nedibû
marên ku bi jehra xwe sax hatin Qendîlê
 bi helkehelk
bi qûnxuşê
berepaş venedigeriyan
êdî divê bizanin
Qamîşloya  kovandar
bîreweriya ji xunçeyên hevgihînê bar
ku li pişt ketina her qiralekî dev bixwîn
 vînek e ji pola  û…
xewnek e beza heye
 ew  hebûn û nebûnê  diafirîne
coşa wan
kela zorê hildiweşîne
Qamîşloka mê
tiştek nagihe te bimije
kesek nagihe  te bikuje
 qebe qeba te
 reşgirêdanê di qermûçankên  salên te de
riswa dike
reşxewnan
 li şevên reşikên şevê  dialîne
  tivinga wan li ser lingan vedigerîne
 piyala mergenoşa ku ji bo te amade dikin
diçelqîne
û bi ser rûreşiya wan de
 dirijîne
de di qontara serbilindiyê de
bê tirs
ava bike hêlînê
ey kevoka bi reng û baskên xwe sûcdar
ey bazinê…
 zenda jînê.
           -dawî-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…