Kovara W Hejmara 20an derket!….

 Ji pêpelûka 20’an, ji rêçûna kurdewar a wêjeyî, berxwedana li hember têkçûna kovargeriya kurdî merheba,
Xwendevanên hêja;
Em bi hejmara 20’emîn dîsa derketin pêşberî we. Kovara W(e) fetleke din da xwe û berê xwe ber bi deryaya wêjeyê ya kurdî û ya dinyayê ve kiriye û her dimeşe… Her çiqas li vî welatî zagonên daristanî rewac bin jî, her çiqas ji çend hejmaran pê ve kovarên kurdî û kurdewar di temenê nîvco de bimînin jî; her çiqas ji aliyê nelihevkirinên navxeyî ve kovarên kurdî temendirêj nebin jî;
her çiqas ji aliyê xwediyê zagonên daristanî ve kovarên kurdî bên qurmiçandin jî; û her çiqas heman astengî û hewldanên ku pêşiyê li Kovara W(e) girtin hebin jî bi hejmara 20’an êdî ev fetlok hatiye derbaskirin. Em ê bi hêvî û aramiyê li benda gelek bîst-hejmarên din bin…
Xwendevanên me yên hêja,
Di weşangeriyê de hinek kêmasî û çewtî çêdibin, rexne û pêşniyar têne kirin. Ji bo me ev rexne û pêşniyar her girîng in û riya me zelal dikin û her vedikin. Di hejmara 19’an de me ji ber sedema şaşiyên teknîkî hinek kêmasî kirin. Wêneyên rêzdar Lokman DAYAN bi çewtî li ser navekî din hatine weşandin. Wêneyên ku di rûpelên 3, 20, 44’an de hatine weşandin wêneyên Lokman DAYAN in, em vê kêmasiya xwe rast dikin û ji rêzdar Lokman Dayan û xwendevanan lêborîna xwe dixwazin.
Her wiha ji bo çend nivîsên din jî rexne ji kovarê re hatine. Li ser naverok û kesayetiyên ku bûne mijarên nivîsên Aram Gernas û ya Hîlmî Akyol ji xwendevanên me rexne hatin. Em ji xwendevanên xwe re vê yekê dibêjin ku wekî ku me di hemû hejmaran de di rûpela yekemîn, beşa kunyeyê de diyar kiriye “Her nivîskar ji nivîsa  xwe berpirsiyar e.” Lê em viya jî bibêjin bi taybetî di çîroka bi navê “Kurmê şîrî heta pîrî” de “boşatî” bi tevahî wek kesên nebaş hatine xuyakirin. Ev yek hem ji derveyî niyeta me û hem jî ji derveyî niyeta nivîskar e û ne mumkun e ku em herêm an jî gundekî xwe bi tevayî bi neyînî nîşan bidin. Ya din ji gelek herêman nivîs û berhemên wêjeya devkî têne şandin. Bêguman ne gengaz e ku em di der heqê her herêm û her dengbêjî de xwedî agahî bin. Ji ber vê yekê di nivîsên wisa de berpirsiyarî bi piranî dikeve ser milê yê/a berhevkar.
Xwendevanên hêja û delal,
Bi naverokeke xurtir û bi dosyeyeke taybet dîsa em dibin mêvanê dilê we yê kurdîhez, hiş û ramana we ya kurdewar…
Me di vê hejmarê de ji bo dosyeyê mijareke taybet hilbijart. “Di Wênekêşiya Dokumanter de JIYANA KOÇERIYÊ”. Wênekêş Selmet Guler bi hunera xwe ya fotografkêşiyê çend sal di nava koçeran de xebata dokumenterî meşandiye. Li ser “Jiyana Koçeran”, “Jinên Koçer”, “Têkçûna Xeyalan” ên koçeran ji bo temamkirina vê dokumenterê nivîs nivîsiye.
Ji derveyî dosyeyê Dilxwaz HERDEM bi lêkolîna xwe ya bi  navê “Di wêjeya osmanî de kurdekî serhişk: Nef’î” Fewzî BÎLGE bi pexşana xwe ya bi çêj ya bi navê “Mêrdîn bi şev stêrk in” Arjen ARÎ bi çîroka xwe ya “Qelî… û serê çivîkan, Receb DILDAR bi “Refa şîn” Feratê DENGIZÎ bi  “Çemê Stewrê û Zelxo”Behlûl ZELAL “Mohra mirinê” Ronî War bi “Xem” Reyhan SARHAN bi “Xapînok” dibin mêvanê we. Wênekêş û hunermendê warên azadiyê Halîl UYSAL “Periyên çiyayan” Amed Çeko JIYAN bi “Mirin” Ferzan ŞÊR jî bi hêçana li ser “V For Vendetta Guy Fawkes û anaşîzm” rûpelên hejmara 20’an xemilandiye. Ji aliyê wergerê ve jî me ev hejmar xurtir kir. “Gul û bilbil”a Oscar WILDE “Mîrze û stî”ya Ernest HEMINGWAY û “Ji Isaac Babel re rêzdarî”ya Doris LESSING bi cihêrengiya xwe ciyê xwe vekirine. Ji bo Kovara Wyê Azad ZAL û Enîse ŞÎRÎN bi hunermenda navdar û dengzelal Aslîka QADIR re hevpeyvîna bi navê “Muzîka kurdî behreke bêbinî ye” pêk anîne. Bi helbestên xwe Selahattîn ÇAM, Tewfîk YAŞLI, Kamran S. HEDILÎ, Rizoyê XERZÎ, Îlhamî OZER, Nesrîn NAVDAR, Sîpan XIZAN, Abdulkadir BÎNGOL rûpelên kovarê xemilandine.Di beşa zargotinê de jî Evdirehman UMER li ser dengbêj Bavê Selah nivîsek amade kiriye.
Her wiha me cih da berhemên ku di “Pêşbaziya Feqî Huseyn Sagniç” a ku ji aliyê TZP-Kurdî ve hatibû lidarxistin de ketine dereceyê. 
Heta hejmara 21’an her bimînin di xweşiya wêjeya kurdî de…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…